17:02 26 Gulan 2018
Serokê Amerîkayê Donald Trump - Serokê Koreya Bakur Kim Jong-un

Trump: Hevdîtina bi Kim re çênebe em ê derbasî pêngava didin bibin

© REUTERS / Kevin Lamarque/KCNA
Amerîka
Lînkê kurt
0 0 0

Serokê Amerîkayê Donald Trump derbarê hevdîtina xwe ya ku bi Serokê Koreya Bakur Kim Jong-un re bike de daxuyanî dan.

Trump piştî hevdîtina ligel Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg li nivîsgeha xwe ya Koşka Spî bersiva pirsên rojnamevanan da.

Serokê Amerîkayê derbarê hevdîtina plankirî ya bi Serokê Koreya Bakur re de got, "Heta niha tiştekî neyînî ji me re nehatiye gotin. Heger hevdîtin çêbibe, dê çebe. Çênebe jî em ê derbasî pêngava bê bibin."

Trump herwiha li ser bibîrxistina ji nû ve rûdana rageşiya navbera Koreya Bakur û Başûr de got, "Pyongyong (Koreya Bakur) wekî ku ti tiştek nebûye, derbarê hûrgiliyên hevdîtinê de de bi me re di pêwendiyê de ye."

Trump da xuyakirin ku heger Koreya Bakur çekên xwe yên nukleerî radest bike, ew dê parastine zexm bo wê amade bikin û dê Kim jî bi awayekî bihêztir welatê xwe birêve bibe.

Bi heman mijarî:

HAK-PAR: Me bi HDPê re li hev nekir, em serbixwe diçin hilbijartinan
‘Polîsan bi ser sifreya paşîva gund de girt û dest bi lêdanê kir’
‘Piştî hilbijartinan dibe ku pêvajoya çareseriyê destpê bike’
Polîsê Belçîkî da pey dolmîşa koçberên kurd û bû sedema mirina zaroka 2 salî
Wezareta Derve ya Rûsyayê: Bila êdî partnerên biyanî rewşa Vişînskiy bibînin
Pûtîn li Soçiyê bi Esad re civiya: Mercên proseyeke nû ya siyasî çêbûne
Karamollaoglu: Pirsgirêka HDPê ya benda hilbijartinê nîne
Etîketan:
Koreya Bakur, Amerîka
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de