05:30 22 Gulan 2018
    Namzeda Dîreoktoriyê ya CIAyê Gina Haspel

    Komîsyona Îstixbaratê dîrektoriya CIAyê ya Gina Haspel pejirand

    © REUTERS / Kevin Lamarque
    Amerîka
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Gina Haspela ku bi navê 'îşkencekar' tê nasîn û ji aliyê Serokê Amerîkayê Donald Trump ve wekî namzeda Dîrektoriya CIAyê hatibû nîşandan, pejirandina pêşîn ji Komîsyona Îstixbaratê wergirt.

    Gina Haspela ku di pêvajoya 33 salên xwe yên CIAyê de wekî Cîgira Dîrektor peywirdar e, li şûna Mike Pompeo ji bo dîroktoriya CIAyê hat nîşandan û herwisa di vî warî de astengiya ewil a li ber wê rabû.

    Gina Haspel piştî êrîşên 11ê Îlona 2001ê bernameya ku bersûcên 'terorê' direvand û îşkence lê dikir, birêve dibir. Pêvajoya pejirandinê ya ji bo dîrektoriya Haspelê di 9ê Gulanê de destpê kir û îro ji Komîsyona Îstixbaratê ya Senatoyê bersiva erênî girt.

    Li Komîsyona Îstixbaratê ya Senatoyê bi awayekî veşartî deng hatin dayîn û di encamê de ji bo Haspelê li hemberî 5 dengan, 10 dengên erênî derket.

    Di Komîsyona Îstixbaratê ya Senatoyê de ji Partiya Komarparêz a Trump 8, ji Partiya Demokratê jî 7 namzed hene.

    Ji wan 7 namzedên Partiay Demokratê Serokê Komîsyonê Mark Warner û Joe Manchin beşdarî namzedên komarparêzan bûn û ji bo Haspelê dengên xwe bi kar anîn.

    Bi îhtimaleke mezin hefteya pêş me li Lijneya Giştî ya Senatoyê wê ji bo Haspelê dengdan were lidarxistin û tê payîn ku biryara dawî jî wê erênî be.

    Bi heman mijarî:

    Gina Haspel: CIAyê dê qet û qet venegere bernameya tund a lêpirsînê
    Trump: Hin kes li dijî Dîrektoriya Gina Haspel a CIAyê derdikevin
    Gina Haspel bû Cîgirê Serokê CIAyê
    Serokê CIAyê Mike Pompeo Qasim Silêmanî hişyar kir
    Etîketan:
    Cîgira Dîrektorê CIAyê, Gina Haspel, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de