04:27 28 Gulan 2018
Donald Trump

Trump fermana kêmkirina kirîna petrola Îranê da

© REUTERS / Kevin Lamarque
Amerîka
Lînkê kurt
0 0 0

Serokê Amerîkayê Donald Trump ferman da ku rêjeya kirîna petrol û berhemên petrolê yên Îranê were kêmkirin.

Di nivîsa ku Trump ji wezaretên derve, darayî û enerjiyê yên Amerîkayê şandiye de hat xwestin, rêjeya kirîna yekser û giştî ya navnetewî ya petrola Îranê were kêmkirin.

Trump hefteya borî jî ji peymana nukleerî ya bi Îranê re vekişiyabû û biryar dabû ku dorpêçên beriya peymanê yên li ser Tehranê ji nû ve werin sepandin.

Piştî vê biryara Amerîkayê tê pêşbînîkirin ku bazara petrola Îranê kêm bibe.

Wezareta Darayî ya Amerîkayê jî ragihandibû ku ew dê di nav 180 rojan de dorpêç û ambargoyên aborî yên ser Îranê di hemû warên keştîvanî, petrol û enerjiyê de ji nû ve bixin meriyetê.

Hêjayî gotinê ye ku hemû saz û dezgehên Îranê yên dewletê ku bi aboriyê ve girêdayî ne, 5ê Mijdara 2018an dikevin lîsteya dorpêçên Amerîkayê.

Bi heman mijarî:

DAIŞê berpirsyariya êrişa xwekujiyê ya li Endonezyayê girte ser xwe
Manîfestoya hilbijartinê ya HDPê hat aşkerekirin: Em dê pirsa kurdî çareser bikin
Partiyên kurdî: Em encama hilbijartinê qebûl nakin
Dadgeha Iraqê terorîstekî ku dîplomatê rûs kuştibû bi idamê ceza kir
Şerê gakûviyekî û du şêran û encama wê
Lavrov bertek da biryara Amerîkayê ya Qudsê: Hûn nikarin yekalî tevbigerin
Misir: Em Hêzan naşînin Sûriyeyê
Etîketan:
Dorpêç, îran, Îran, Amerîka
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de