11:18 24 Gulan 2018
    ئالایا ئێرانێ

    Îran 60 roj muhlet da welatên Neteweyên Yekbûyî

    © AFP 2018 / ATTA KENARE
    Amerîka
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Piştê ku Amerîka ji peymana nukleerî vekişiya Îran ji dewletên NY xwest ku helwesta xwe ya di vê mijarê de di nava 60 rojan de zelal bikin.

    Serokê Dewletê Amerîkayê Donald Trump di 9ê Gulanê de ragihandibû ku Amerîka ji peymana nukleerî ya bi Îranê re vekişiyaye. Li ser vekişîna Amerîkayê pêşeroja peymanê jî qet xeteriyê. Hinek welatên endamê Neteweyên Yekbûyî ragihandin ku piştkiriyê didin peymanê, lê gelek ji wan helwesta xwe hê jî zelal nekirine.

    Îranê ji welatên NY bi taybetî jî ji Fransa, Almanya û Brîtanyayê xwest ku helwesta xwe ya di derdarê pêşeroja peymanê de di 60 rojan de ragihînin. Fransa, Almanya û Brîtanyayê ji
    Îranê xwestin ku vê muhletê derxe 90 rojan.

    Wezîrê Karê Derve yê Îranê Cevad Zarif ragihandibû ku wê bi dewletan re yek bi yek hevdîtinê bike. Di vê çarçovê de hefta borarîf li Moskowayê bi Sergey Lavrov re hevdîtin pêk anîbû.

    Bi heman mijarî:

    Koşka Spî Îran bi ‘Alozkirina Rojhilata Navîn’ tawanbar kir
    Dr. Akkoyunlu: Ger şerê Îsraîl-Îranê biqewime Îran wê fişarên li ser kurdan zêde bike
    Îran: Bêdengiya civaka navdewletî, Îsraîlê bi cesaret dike
    Etîketan:
    îran, nukleer, amerîka, Îran
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de