05:32 22 Gulan 2018
    Kim Jong Un

    Pompeo: Ez ji Kim Jong-un bawer dikim lê ji bo li hevkirinê em hê dûrê hev in

    © AP Photo / White House
    Amerîka
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Werzîrê Karê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo di derbarê biryara Koreya Bakur ya li ser betalkirina tesîsên nukleerî axivî “destpêkeke baş e lê ji bo lihevkirinê hê gelek maye.”

    Pompeo di axaftina xwe ya bi kanala Fox News de di derbarê vekişîna ji peymana nukleerî û têkiliyên bi Koreya Bakur re de axivî. Pompeo destnîşan kir ku "min di ziyareta xwe ya Pyongyangê dît ku armancên Kim Jong-un û yên gelê Amerîkayê yek in. Koreya Bakur tesîsên xwe yên nukleerî betal kirin ev destpêkeke baş bû lê di navbera herdu welatan de gavê ku bên avêtin hê gelek in, vê gav em hê gelek dûrê lihevkirinê ne, lê ge bê zanîn ku niyeta Amerîkayê ku rejîma Koreya Bakur biguherîne tune ye."

    Mike Pompeo di derbarê vekişîna peymana bi Îranê re jî got ku: Dibên ji ber aloziya di navbera Îran û Îsraîlê de Amerîka ji peymanê vekişiyaye lê ev ne rast e. Îran ji çarçoveya peymanê derket, li ber çevên me çen caran moşekên ku wan çêkirinê li hember Erebistana Siûdî hatib bikaranîn û Îran vê gavê jî Îsraîlê tehdît dike. Helbet vana bê ceza namînin.

    Bi heman mijarî:

    Koreya Bakur tesîsên xwe yê nukleerê ji hev de dixe
    Koreya Bakur dê qada ceribandina nukleerê bigre
    Koreya Bakur: Careke din nabe
    Trump: Pompeo, ji Koreya Bakur bi ‘mêvanên xwe’ re vedigere
    Etîketan:
    Koreya Bakur Kim Jong-un, Mike Pompeo CIA, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de