11:13 24 Gulan 2018
    Nivîsgeha Serokê Amerîkayê ya Koşka Spî li Washington D.C

    Koşka Spî Îran bi ‘Alozkirina Rojhilata Navîn’ tawanbar kir

    © Sputnik / Natalia Seliverstova
    Amerîka
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Berdevka Koşka Spî ya Amerîkayê Sarah Sanders di daxuyaniyeke nivîskî de, diyar kir ku Pasavanên Şoreşa Îranê bi êrîşên moşekan hemwelatiyên Îsraîlê dike hedef û destnîşan kir, Îran Rojhilata Navîn aloz dike.

    Sandersê di daxuyaniyê de diyar kir ku Pasavanên Şoreşa Îranê li tevahiya Rojhilata Navîn bêîstiqrariyê çêdikin û got, "Pasavanên Şoreşa Îranê çavkaniyên xwe ji bo alozkirina Rojhilata Navîn xerc dike."

    Di daxuyaniyê de li ser êrîşa moşekan a ser Girên Golanê hat gotin, "Armanca moşekan hemwelatiyên Îsarîlê bû."

    Herwiha di daxuyaniyê de, Amerîkayê bertek nîşanî avêtina moşekên ji Yemenê yên bi ser Erebistana Siûdî de nîşan da û Îran pê tawanbar kir.

    Bi heman mijarî:

    ‘Li Sûriyê baregehên Îranê tune ne, hemû leşkerên hatine kuştin ji Sûriyê ne’
    Kerkûkiyan sextekariyên hilbijartinê protesto kir
    Birayê parlamentara HDPê: Ew serbilindiya min e
    Îsraîl bi nedana S-300an bo Sûriyeyê kêfxweş bû
    6 partî û rêxistinên çepgir piştgiriya xwe bo HDPê ragihandin
    Zuhêr Hesîb layîqî xelata salê ya HRRKê hat dîtin
    Du zarokên Batmanî yên ji mal reviyabûn li Kapadokyayê derketin
    Etîketan:
    Sarah Sanders, Îran, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de