07:17 26 Gulan 2018
Xwenîşandaneke li ber balyozxaneya Tirkiyeyê ya Washingtonê

Li DYAyê derheqê Tirkiyeyê de doz hat vekirin

© REUTERS / Jonathan Ernst
Amerîka
Lînkê kurt
0 0 0

Di dema serdana serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan ya DYAyê de li pêş avahiya Balyozxaneya Tirkiyeyê ya li Washingtonê de pevçûn derketibû û 20 kes birîndar bibûn. Herwiha her 20 kesan li Dewleta Tirkiyeyê û bi hinceta ku êrîşî wan kirine li 5 kesan doz vekirin.

Li gor nûçeya Washington Postê Dadgeha Herêmî ya DYAyê li ser gilîkirina 15 hemwelatiyên amerîkî, bi hinceta ku parêzvanên Erdogan êrîş birine ser wan û zirar dane, doza tezmînatê vekirin. 5 kesên din jî 3ê Gulanê ji Tirkiyeyê gilîdar bûn û bo telafiya ziraran doza tezmînatê ya ji 100 mîlyon dolarî zêddetir vekirin.

16ê Gulana 2017an li pêş avahiya Balyozxaneya Tirkiyeyê ya li Washingtonê di navbera parêzvanên Erdogan û komekê ku polîtikayên serokomar yên li dijî kurdan protesto dikirin de pevçûn derketibû, herwiha kesên temen mezin jî di nav de nêzî 20 kes birîndar bibûn.

Di nûçeyê de hat eşkerekirin ku Balyozxaneya Tirkiyeyê ya li Washingtonê, derbarê mijarê de ti daxuyanî neda ye, parêzerên çalakvanan jî îtîrazên Wezareta Karê Derve ya DYAyê û rêxistinên mafê mirovan, polîtîka Tirkiyeyê û kampanyayên leşkerî yên dijî kurdan vegotine. Di daxwaznameya dozê de Tirkiye bi binpekirina mafê mirovan û bi terorîzmê ve hat sûcdarkirin.

Li gor yasayên DYAyê hikumeta Tirkiyeyê di dozê dikare xwe piparêzê, rêya lihevkirinê bikarbîne an jî xweparsatinê red bike. Lê di redkirina xweparastinê de dozger dikare çalakvanan mafdar bibîne.

Bi heman mijarî:

Firotina çekan bo parêzvanên Erdogan hat qedexekirin
Amerîkayê li 3 parêzvanên din ên Erdogan doz vekir
Almanya sînorên xwe li parêzvanên Erdogan qedexe dike
Washington: Parêzvanên Erdogan werin Amerîkayê teqez wê bên girtin
Etîketan:
tezmînat, doz, çalakvan, Washington Post, DYA
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de