05:37 22 Gulan 2018
    Donald Trump

    Trump: Kim Jong-un ji bo welatê xwe xizmeteke mezin kir

    © AFP 2018 / SAUL LOEB
    Amerîka
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Serokê Amerîkayê Donald Trump di axaftina xwe ya eyaleta Indianayê de ji bo Serokê Koreya Bakur got: "Kim Jong-un ji bo welatê xwe xizmeteke mezin kir."

    Serokê Amerîkayê Donald Trump di axaftina xwe ya eyaleta Indianayê de ji bo Serokê Koreya Bakur got: "Bi serbestberdana amerîkiyên girtî Kim Jong-un hem ji bo xwe û hem jî ji bo welatê xwe xizmeteke mezin kir. Ji bo serbestberdana amerîkiyan me ti pere nedane Koreya Bakur."

    Donald Trump di berdewamiya axaftina xwe de ji bo hevdîtina xwe û Serokê Koreya Bakur got: "Em ê di maseya mizakerayn de ji bo Koreya Bakur, Koreya Başûr, Çîn û Japonyayê peymaneke pir baş bikin. Tiştê ku Kim kir helwesteke rast bû. 3 hemwelatiyên amerîkî bê pere ji Koreya Bakur derketin."

    ​Trump di dirêjiya axaftina xwe de ji bo zîrweya bi Kim Jong-un re jî got: "Bi texmîna min wê serkeftineke baş çêbibe. Eger nebe jî nabe."

     

     

    Bi heman mijarî:

    Kîm-Trump 12ê Hezîranê li Sîngapûrê dicivin
    Trump, pêşwaziya 3 hemwelatiyên amerîkî kir
    Macron got ku biryara Trump a Îranê ‘xeta’ ye
    Bi biryara Trump a Îranê re bihayê petrolê 3.4%î zêde bû
    Trump gef li Îranê xwar: Dê tiştin bibin!
    Ji Obama bo biryara Trump: Xetayek cidî ye
    Etîketan:
    Serokê Amerîkayê, Donald Trump, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de