17:06 26 Gulan 2018
Hêzên Çekdar ên Îranê

Ji Amerîkayê bo Îranê dorpêçên nû

© REUTERS /
Amerîka
Lînkê kurt
0 0 0

Piştî daxuyaniya Serokê Amerîkayê Trump a vekişandina ji peymana nukleerî ya bi Îranê re Wezareta Darayî ya Amerîkayê biryar da ku muyeîdeyên nû bi ser Îranê de bisepîne.

Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê ragihand ku bi ji ber ku peywendiyên wan bi Pasdarên Iranê re heye 6 kes û 3 saziyan din jî xistiye lîsteya reş.

Kesên ku ketine lîsteya mueyîdeyan wiha ne:

Meghdad Amini, Muhammed Hasan Hodai, Said Najafpur, Mesud Nikbaht, Fuad Salihi û Muhammadrıza Hedmati Valadzaghard.

Wezîrê Darayî yê Amerîkayê Steven Mnuchin got, "Em toreke mezin a pereyan transferî Hêzên Qûdsê yên girêdayî Pasavanên Şoreşa Îranê dike û kes û kompaniyên di wê torê de cî digirin, dikin armanc."

'KESÊN BÛNE ARMANCA DORPÊÇAN DOLARAN TRANSFERÎ ÎRANÊ DIKIN'

Mnuchin diyar kir ku kesên dorpêç li ser wan hatine sepandin, ew kesên bi awayê derqanûnî li Mîrîtiyên Yekgirtî yên Erebî (MYE) dolarên amerîkî bidest dixin û ligel Banka Navendî ya Îranê bi pevguhertina pereyan, terorê fînanse dikin in.

Tê gotin ku peywendiya van kesan bi Feyleqa Qûdsê ya Hêzên Muhefiz ên Îranê re heye.

Fermandarê Feylaqa Qûdsê Qasim Silêmanî ku bi têkoşîna xwe ya li dijî DAIŞê û hêzên din ên cîhadîst a li Iraq û Sûriyê navdar bû ji 2007an û vir de di ‘lîsteya terorê' ya Amerîkayê de ye.

 

 

Bi heman mijarî:

Rûsya: Li beramberî Amerîkayê be jî, em ê peywendiyên xwe bi Îranê re xurt bikin
Artêşa Îsraîlê bo Îranê: Li heremê rakeşiyê aloztir nekin
Macron got ku biryara Trump a Îranê ‘xeta’ ye
Artêşa Îsraîlê: Hêzên Qûds ên Îranê nêzî 20 moşekan avêtin çeperên me
Etîketan:
Mueyîde, lîsteya terorê, Feyleqa Qûdsê, Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê, DAIŞ, Qasim Silêmanî, Iran, Amerîka
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de