18:07 21 Gulan 2018
    Serokê Amerîkayê Donald Trump û Serokê Koreya Bakur Kim Jong-un

    Kîm-Trump 12ê Hezîranê li Sîngapûrê dicivin

    © REUTERS / Lucas Jackson
    Amerîka
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Serokê Amerîkayê Donald Trump li ser hesabê xwe yê medyaya civakî ragihand ku 12ê Hezîranê li Sîngapûrê bi Serokê Koreya Bakur Kim Jong-Un re dê bicive.

    Dem û cihê hevdîtina muhtemel ya Trump û Kîm diyar bû. Herdu serok 12ê Hezîranê li Sîngapûrê têne ligel hev.

    Trump bi rêya hesabê xwe yê Twitterê ev peyam parve kir:

    "Hevîtina min û Kim Jong-Un ya ku hemû dinya çaverê ye dê 12ê Hezîranê pêk were. Em herdu jî ji bo ev dem bibe demeke grîng a Aştiya Cîhanê de hewil bidin."

    Trump ev daxuyanî piştî amadehiyên civîna Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mke Pompeo yê ku li Pyongyangê bi Kîm re hevdîtin pêk anî, kir.

    Di dema ku Pompeo ji Koreya Bakur tevî 3 welatiyên amerîkî ku Koreya Bakur ew serbest berdan li Baregeha Hewayî ya Andrews daket, Trump û hevjîna xwe Melanie pêşwazî li wan kirin.

    Trump piştî hevdîtina xwe ya bi Pompeo û 3 welatiyên amerîkî ev tweet parve kir.

    Bi heman mijarî:

    Trump, pêşwaziya 3 hemwelatiyên amerîkî kir
    Macron got ku biryara Trump a Îranê ‘xeta’ ye
    Bi biryara Trump a Îranê re bihayê petrolê 3.4%î zêde bû
    Trump gef li Îranê xwar: Dê tiştin bibin!
    Ji Obama bo biryara Trump: Xetayek cidî ye
    Etîketan:
    Dîplomasî, Aştiya Cîhanê, Peywendiyên Amerîka û Koreya Bkur, Hevdîtin, Kim Jong-Un, Donald Trump, Sîngapûr, Koreya Bakur, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de