05:35 22 Gulan 2018
    Serokê DYAyê Donald Trump, Lady Melania Trump û Cîgirê serok Mike Pence pêşwaziya 3 hemwelatiyên amerîkî dikin

    Trump, pêşwaziya 3 hemwelatiyên amerîkî kir

    © Sputnik / Jim Bourg
    Amerîka
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Serokê DYAyê Donald Trump û First Lady Melania Trump, pêşwaziya 3 hemwelatiyên amerîkî ku ji aliyê Koreya Bakur ve serbest hatin berdan kirin.

    Serokê DYAyê Donald Trump, Lady Melania Trump û Cîgirê serok Mike Pence û hin rayedarên amerîkî nîvê şevê pêşwaziya 3 hemwelatiyên amerîkî ku ji aliyê dewleta Koreya Bakur ve serbest hatin berdan kirin.

    ​Beriya hevdîtina Trump û lîderê Koreya Bakur Kim Jong-un, Wezîrê Karê Derve yê DYAyê mike Pompeo piştî serdana Pyongyangê vegeriya Amerîkayê. ​Herwiha Pompeo 3 hemwelatiyên amerîkî Kim Dong —chul, Kim Hak-song û Tony Kim jî ku li Koreya Bakur girtî bûn bi xwe re anî Amerîkayê. Ji sê girtiyan dudu nêzî salekê yê din jî ji sala 2015an ve li Koreya Bakur girtî bûn.

    Ji bo pêşwaziya hersê hemwelatiyan Donald Trump û Melania Trump di balafirê de bi wan re hevdîtinek kirin. Piştre bi hevre ji balafirê daketin û poz dan çapemeniyê.

    Bi heman mijarî:

    Lîderê Koreya Bakur Kim Jong-un gelo carek din çû Çînê?
    Dîrektorê CIAyê Pompeo li Koreya Bakur bi Kim jong-un re hevdîtinek pêk anî'
    ‘Mike Pompeo bi Serokê Koreya Bakur Kim jong-un re hevdîtinek pêk anî'
    Trump: Ez ji bo hevdîtina bi Kim Jong-u re 5 cihan difikirim
    Etîketan:
    serbestberdan, girtî, girtîgeh, hemwelatî, Donald Trum, DYA
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de