14:18 23 Gulan 2018
    YPG-HSD

    Gelo Amerîkayê MRAP dane YPGê?

    © Sputnik / Hikmet Durgun
    Amerîka
    Lînkê kurt
    0 10

    Piştî ku hesabekî YPGê vîdeoyeke ji operasyona Bahoza Cezîrê ya li dijî DAIŞê belav kir û di wê vîdeoyê de hat dîtin ku şervanên YPGê navgîna bi navê MRAPê bi kar tînin, nîqaş derket bê gelo Amerîkayê ew navgîn dane YPGê yan na.

    Vîdeoyeke Yekîneyên Parastina Gel(YPG) roja sêşemê li ser medyaya civakî belav bû ku di hinek navgînên amerîkî yên bizirx de ne.

    ​Li gorî nûçeya Military Timesê, navê van navgînan MRAP e ku li dijî mayin û teqemeniyan xweragir e lê belê berî niha destûr nehatibû dan ku hêzên Amerîka piştgiriya wan dike, wan bi kar bînin.

    Berdevkê Pentagonê Adrian Rankine-Galloway piştrast kir ku Amerîkayê MRAP dane Hevpeymaniya Erebî ya Sûriyeyê ku li gorî wî, wek "hêmana bingehîn a HSDê' tê binavkirin.

    Rankine-Gallowayî got, "Lê dîsa jî, em nikarin behsa rastiya li dû vî wêneyî bikin û em ê spekulasyonan li ser wê yekê nekin bê ev wêne çi rave dike."

    GELO DIBE PÊŞMERGEYAN EW MRAP DABIN YPG?

    Li gorî wê nûçeyê, li gel hebûna zêde ya YPGê di nava HSDê de jî, lê ne diyar e bê kesê li wê navgînê bi rê ve dibin, kurd in an ereb in.

    Herwiha nûçe diyar dike ku hîn jî nayê zanîn bê ew MRAPa dîmenên wê hatine belavkirin, ji Hevpeymaniya Erebî ya Sûrî çûye ji YPGê re yan jî hêzên kurdî yên Pêşmergeyên Herêma Kurdistanê dane wan ku di sala 2015an de 250 MRAP wergirtibûn.

    Bi heman mijarî:

    YPGê li ser topbarana ser ‘karwana sivîlan’ daxuyanî da
    YPGê li ser biryara agirbestê ya KENY daxuyanî da
    Tirkiyeyê ji bo YPGê bersiv da Amerîkayê: Beredayî peyiviye
    Sererkanê berê yê tirk li Amerîkayê bi ala YPGê hat protestokirin
    Fermandarê YPGê: Tirkiye li Efrînê çekên NATOyê bi kar tîne
    Etîketan:
    HSD, YPG, Adrian Rankine-Galloway, Sûriye, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de