11:14 24 Gulan 2018
    Barack Obama

    Ji Obama bo biryara Trump: Xetayek cidî ye

    © REUTERS / Mike Theiler
    Amerîka
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Serokê DYAyê yê berê Barack Obama ku di sala 2015an de bi Îranê re peymana nukleerê îmze kiribû, bertek nîşanî biryara Donald Trump ya vekşîna ji peymana nukleerê ya bi Îranê re da û wiha got: "Betalkirina peymana ku Îranê heta niha binpe nekiriye, xetayek mezin e."

    Serokê DYAyê yê berê Barack Obama bi daxuyaniyek nivîskî eşkere kir ku biryara serok Donald Trump xeta ye û rîskek mezin e. Obama got ku peymana nukleerê hem DYAyê hem jî dinyayê ji Îrana ku xwedî çekên nukleerê ye diparêze.

    ​Barack Obama: "Betalkirina peymana ku Îranê heta niha binpe nekiriye, xetayek cidî ye. Bêyî peymana nukleerê li dijî Îrana ku xwedî çekên nukleerê ye, dibe ku DYA tercîha xwe bi şerekî din bike."

    Wezîrê Karê Derve yê DYA yê berê John Kerry jî ku di sepandina bernameya nukleerê de rolek grîng stendibû biryara Trump rexne kir û got xetayek mezin kiriye.

    Bi heman mijarî:

    Piştî biryara Trump dolar reqoreke din şikand
    Trump: Amerîka ji peymana nukleerî ya Îranê vedikişe, dorpêçên aborî ji nû ve tên sepandin
    Trump ji Macron re got: Amerîka ji peymana nukleerî ya bi Îranê re vedikişe
    Koşka Spî: Trump destpêkirina heyama nû ya seroktiya Pûtîn pîroz kir
    Etîketan:
    lihevkirin, sepandin, bername, nukleer, Barack Obama, DYA
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de