17:50 23 Gulan 2018
    Mike Pompeo û Donald Trump

    Ji Pompeo bo Koreya Bakur: Ev jesteke baş e

    © AP Photo / Andrew Harnik
    Amerîka
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo ragihand ku ji bo hersê amerîkiyên li Koreya Bakur girtînê ketine hewldanê.

    Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo
    © AP Photo / Jacquelyn Martin
    Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo ragihand ku ji bo hersê amerîkiyên li Koreya Bakur girtînê ketine hewldanê. Pompeo berî serdana Koreya Bakur di balafirê de bersiva rojnamevanan da. Pompeo got: "17 meh in em ji vê rêvebiriyê re dibêjin van girtiyan serbest berdin. Em ê îro dîsa biaxivin. Eger werin berdan wê jesteke baş çêbibe."

    Mike Pompeo di berdewamiya axaftina xwe de got: "Serokê Amerîkayê Donald Trump wê bi Serokê Koreya Bakur Kim Jong-un re hevdîtinekê pêk bîne. Eger girtî serbest neyên berdan ez nizanim ev hevdîtin wê çêbibe an na. Hêvî dikim negihîje vêderê."

    Pompeo di meha nîsanê de ku hê Dîrektorê CIAYê bû serdana Koreya Bakur kiribû û bi Kim Jong-un re hevdîtineke veşartî pêk anîbû.

    Bi heman mijarî:

    Pompeo li Wezareta Derve yekem axaftina xwe kir
    Mike Pompeo sond xwar
    Pompeo û Netanyahu li ser Îranê li hevdu civiyan
    Pompeo: Li Kendavê yekîtî girîng e û divê em vê pêk bînin
    Pompeo li Siûdiyê bi hemkarê xwe el Cubeyr re hevdîtinek li dar xist
    Etîketan:
    Wezîrê Derve yê Amerîkayê, Mike Pompeo, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de