04:31 25 Gulan 2018
    Serokê Amerîkayê Donald Trump

    Trump: Amerîka ji peymana nukleerî ya Îranê vedikişe, dorpêçên aborî ji nû ve tên sepandin

    © REUTERS / Jonathan Ernst
    Amerîka
    Lînkê kurt
    0 10

    Serokê Amerîkayê Donald Trump derbarê peymana nukleerî ya bi Îranê re ku ji aliyê P5+1 (Amerîka, Rûsya, Almanya, Çîn, Fransa, Brîtanya) ve hatiye îmzekirin daxuyanî dan.

    Serokê Amerîkayê Trump, Îranê bi sponsoriya terorê tawanbar kir û got, Îranê bi salan teror û alozî fînanse kiriye û piştgiriyê dide rêxistinên wekî Hizbûllahê.

    'HEGER DESTÛRA BERDEWAMA PEYMANÊ BIDIM DÊ PÊŞBAZIYA NUKLEERÎ BIBE NEÇARIYEK'

    Trump peymana nukleerî ya ku sala 2015an hatiye îmzekirin wekî şermeke mezin nirxand û got, "Ev peyman şermeke mezin e, peymaneke tirsnak a yekalî ye.. Ev peyman aştî û îstiqrarê nayîne û dê neyîne jî. Heger destûra berdewama vê peymanê bidim dê pêşbaziya biçekbûna nukleerî bibe neçariyek."

    'EZ Ê MEMORANDUMA SEROKTIYÊ ÎMZE BIKIM'

    Serokê Amerîkayê diyar kir ku peymana nukleerî pêşiya armancên Îranê yên li herêmê negirtiye û ragihand, "Em bi vê peymana riziyayî nikarin rê li ber bernameya nukleerî ya Îranê bigirin. Ez îro radigihînim ku Amerîka dê ji peymanê vekişe. Ez ê memoranduma seroktiyê îmze bikim û em ê ji nû ve dorpêçên aborî li ser Îranê bisepînin."

    Bi heman mijarî:

    Artêşa Îsraîlê ji bo êrîşên ji Sûriyê bên kete amadebaşiyê
    'Daxuyaniyên Paşinyan Azerbeycanê dixe nav fikaran'
    Pûtîn: Divê em ne wekî xiyarên nav fiçiyê bin!
    Şirketa rûsî hilberîna pola û vekirina fabrîqeya li Tirkiyê radiwestîne
    Îran: Ji Amerîkayê re zimanê hêzê pêwîst e
    Riyabkov: Îdîayên DYA li hember Îranê ne bi bernameya nukleerî ve girêdayîne
    Li sînorê Herêma Kurdistanê û Tirkiyê leşkerekî tirk jiyana xwe ji dest da
    Jina kurd li girtîgehê bi penceşêrê ketiye, pêwîstiya wê bi dermankirinê heye
    Binbeşa Parlementoya Rûsyayê Dûma, serokwezîrtiya Medvedev pesend kir
    Etîketan:
    Amlerîka, Trump, Îran
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de