18:09 21 Gulan 2018
    Amerîka - Ala Amerîkayê

    Trump ji Macron re got: Amerîka ji peymana nukleerî ya bi Îranê re vedikişe

    © Sputnik / Natalya Seleverstova
    Amerîka
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Serokê Amerîkayê Donald Trump bi rêya telefonê bi Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron re pêwendî danî û li ser helwesta welatê xwe ya derbarê peymana nukleerî ya bi Îranê re got, “Amerîka wê ji peymana nukleerî ya bi Îranê re vekişe.

    Li gor ragihandina medyaya Amerîkayê Trump bi rêya telefonê bi Macron re axiviye û anî ziman ku "Wê Amerîka ji peymana nukleerî ya bi Îranê re hatibû îmzekirin vekişe."

    Trump doh 7ê Gulanê jî li ser hesabê xwe yê twîtterê ragihandibû ku ew dê sibe biryara Amerîkayê ya di derbarê peymanê de li gorî saeta Washingtonê di 21:00ê de ragihîne.

    ÎRAN: WÊ AMERÎKA POŞMAN BIBE

    Wezîrê Derve yê Îranê Cewad Zerîf li ser biryara Trump got: "Îran tu car moşekên xwe naxe mijara muzakereyan. Amerîka eger ji peymanê vekişe wê poşman bibe."

    Bi heman mijarî:

    ‘Mûeyîdeya Amerîka ya li dijî Îranê wê bandoreke neyînî li Tirkiyeyê bike'
    ‘Dê Amerîka ji bo rûbirûneke muhtemel çekan bide Ewropayê’
    Hizbulah: Amerîka, Îsraîl û Erebistana Siûdî destwerdanê li hilbijartinan dikin
    Etîketan:
    peymena nukleerî, îran, fransa, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de