17:01 26 Gulan 2018
Dolar û lirayê tirk

‘Mûeyîdeya Amerîka ya li dijî Îranê wê bandoreke neyînî li Tirkiyeyê bike'

© REUTERS /
Amerîka
Lînkê kurt
0 0 0

Analîstê Danske Bankê Jens Pedersen ragihand ku eger mûeyîdeyên Amerîka yên li hemberî Îranê têkevin meriyetê wê bandoreke neyînî li Tirkiyeyê bike.

Li gor nûçeya Bloomberg Newsê analîstê Danske Bankaya danîmarkî Jens Pedersen di axaftina xwe de got: "Eger mûeyîdeyên Amerîkayê yên li hemberî Îranê têkevin meriyetê û sewkiyata petrola Îranê kêm bibe wê pereyên Tirkiyeyê wek yên Çîn û Swisrayê têkeve bin rîskeke mezin."

Jens Pedersen di analîza xwe ya bandora buhayê petrolê li ser pereyan de got: "Di mûeyîdeya Amerîkayê de herî zêde dolarê Kanada, kronê Norweç û rubleya rûsî wê sûdê bi dest bixe."

Piştî îhtîmala biryara vekişandina Serokê Amerîkayê Donald Trump ji peymana nûkleerî ya Îranê di rojên dawî de buhayê petrolê her diçe zêde dibe.

Bi heman mijarî:

Tehran: Amerîka her diçe dir dibe, Rûsya, Çîn û Îran divê nêziktir bibin
Îran: Erebistana Siûdî, Îsraîl û Amerîka li dû aloziyên Rojhilata Navîn in
Îran: Me gengeşiya ku Amerîka, Îngîltere û Îsraîlê derxistibû têk bir
‘Amerîka dixwaze Îran, Iraq û Sûriyê parçe bike’
Etîketan:
analîstê Danske Bankaya danîmarkî, Jens Pedersen, îran, Amerîka, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de