16:52 20 Gulan 2018
    Gina Haspel

    Trump: Hin kes li dijî Dîrektoriya Gina Haspel a CIAyê derdikevin

    © Sputnik / Jonathan Ernst
    Amerîka
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Gina Haspelê ku bernameya piştî êrîşên 11ê Îlonê gumanbarên ku bi hinceta endamên terorê ve dihatin girtin yan jî dihatin revandin û ji şkenceyê dihatin derbaskirin birêvedibir ji aliyê serokê DYAyê Donald Trump ve wek namzedê CIAyê ve hat bijartin.

    Gina Haspel ji aliyê serokê DYAyê Donald Trump ve wek namzedê Dîroktoriya CIAyê ve hat diyarkirin, herwiha Trump ji ber bertekdayina hin kesan aciz bû ku li dijî namzediya Gina Haspel derdikevin.

    ​Trump li ser hesabê xwe Twitterê ragihand ku Gina Haspelê bi 'îşkenceker' tê binavkir namzedê min yê herî bi rûmet e. Serokê DYAyê derbarê Gina Haspel de bilêv kir ku mirovek herî bir rûmet e, di hedefa rexneyan de ye, çimkî li dijî terorîstan bi tund tevdigere.

    Trum piştî Gerînendeyê CIAyê Mike Pompeo wek Wezîrê Karê Derve pêywirdar kir cîgira wî Gina Haspel jî wek namzedê CIAyê nîşan dabû. Bo pejirandina Ginayê roja çarşemê dê senato biryara dawî bide.

    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de