06:56 26 Gulan 2018
Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn û Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan

Kovara Timeê di berga xwe ya dawî de cih da wêneyê Pûtîn

© Sputnik / Sergey Guneev
Amerîka
Lînkê kurt
0 10

Kovara navdar ya DYAyê Time, di qalpaxa xwe de cih da wêneyê serokê dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn û ligel wêneyê Pûtîn wêneyê serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan, serokwezîrê Macaristanê Viktor Orban û serokê dewleta Filîpînan Rodrigo Duterte bi cih kir.

Kovara Time, qalpaxa nushaya 14ê Gulana 2018an bi raya giştî re parve kir. Di beşa bi navê 'Berzbûna yek zilamî' de gellek kesayetên lîderan hatin analîzkirin, di qalpaxê de li dora wêneyê Pûtîn wêneyê serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan, serokwezîrê Macaristanê Viktor Orban û serokê dewleta Filîpînan Rodrigo Duterte bi cih girt.

​Rojnamevan Ian Bremmer derbarê mijara qalpaxê de gotarek bi navê 'Sedsala yek zimalan dest pê kir, ev bo we tê çi wateyê? nivîsand. Bremmer ji serokê DYAyê Donald Trump mînak da û got ku Trump qêrînê heddê herkesî dide lê serokatiyek ne li gor helwesta DYAyê ye, herwiha li giştiyê cîhanê ji vê helwestê tê hezkirin û cîhan dorpêçkiriye.

​Ian Bremmer di maqaleya xwe de derbarê serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan de wiha got, "Ji sala 2003an de bi partiya xwe AKPê li Tirkiyeyê li desthilatdariyê ye, li dijî laîkan gefan duxwe û piştgiriya tirkên mûhafezekar distîne. Niha jî bo dîreksiyonê ji dest bernede pergala siyaseta Tirkiyeyê manîpule dike. Derbeya sala 2016an fersenda rawestandina hiqûqê da Erdogan ku mûhalîfên li dijî xwe derdest bike."

Bermmer eşkere kir ku Erdogan li Tirkiyeyê gellek rojnamevan jî xistin girtîgehê.

Bi heman mijarî:

Kovara Time Qesra Spî şiband Kremlînê
Karsazê Kurd Hamdî Ulukaya ket lîsteya 'Pêşengan' a Kovara TIME
Li gorî kovara TIME Pûtîn ‘mirovê salê’ ye
Etîketan:
rojnamevan, qalpax, gotar, kovar, Time, DYA
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de