17:06 24 Gulan 2018
    Berdevka Wezareta Derve ya Amerîkayê Heather Nauert

    ‘Endamên NATOyê divê bi welatên hevpeymanê re danûstendinan bikin'

    © AP Photo / Alex Brandon
    Amerîka
    Lînkê kurt
    0 10

    Berdevka Wezîrê Karê Derve ya DYAyê Heather Nauert, bertek nîşanî kirîna pergala parastina hewayî ya S-400an a Tirkiyeyê da û got: "Tirkiye endamê NATOyê ye, divê di bin banê NATOyê de li gor peymanên NATOyê bi hevkarên xwe re çekan bikirin."

    Berdevka Wezareta Karê Derve ya DYAyê Heather Nauert di civîna rojane de derbarê Tirkiyeyê de peyamên girîng da. Nauertê eşkere kir ku pergala parastina hewayî S-400î ne li gorî pergala parastina NATOyê ye. Nauert: "Tirkiye endamê NATOyê ye. Em hêvî dikin ku di bin banê NATOyê de li gor peymanên NATOyê bi hevkaran re danûstendinên çekan pêk bînin."

    ‘ME DI MIJARA PERGALA S-400AN DE FIKARÊN XWE JI TIRKIYEYÊ RE RAGIHAND IN'

    Berdevka amerîkî da zanîn ku em ne di wê baweriyê de ne ku pergala S-400î bi pergala parastina NATOyê re guncav bixebite û me endîşeyên xwe ji rayedarên tirk re ragihandin. Nauertê got: "Helbet bi Tirkiyeyê re di warê hevkariya berevanî û aboriyê de pêwendiyên me yên baş hene, lê em ê di mijara pergala parastina hewayî de fikarên xwe bi wan re her dem ragihînin. Tirkiye bi 2.5 mîlyar dolaran bi Rûsyayê re bo pergala S-400an li hev kiribû û tê payin ku di sala 2020an de dê bên teslîmkirin.

    ‘JI BO EFRÎNIYÊN KU LI MALÊN XWE VEDIGERIN ASTENGIYAN DERDIXIN'

    Berdevka Wezareta Karê Derve Nauert derbarê vegera niştecihên Efrînê de jî got: "Bi operasyona dijî Efrînê ya artêşa Tirkiyeyê û komên girêdayî wê, gellek niştecihên efrînî ji cihê xwe bûn, lê hêj jî bo vegera efrîniyan astengî tên derxistin." Nauert bibîr xist ku rewşa Efrînê ji nêz ve dişopînin, heta niha 140 hezar jes ji cihê xwe bûn e, em dibînin ji bo sivîlên ku li Efrînê vedigerin astengî tên derxistin.

    ‘ROJNAMEVAN HERÎ ZÊDE LI TIRKIYEYÊ DESTESERKIRÎ NE'

    Nauert li ser mijara desteserkirina rojnamevanên li Tirkiyeyê de jî axivî: "Tirkiye di nav welatên cîhanê de welatê yekem e ku herî zêde rojnamevan lê girtîne û em ji rewşê jî gellekî bi endîşe ne. Mijarek girîng e û em di nav xwe de nîqaş dikin. Em piştgiriya berfirehkirina azadiya çapemeniyê dikin. Rojnamevanên ku Tirkiyeyê diterkînin nikarin li welatê xwe vegerin, ji ber ku biçin Tirkiyeyê dê bên girtin."

    Bi heman mijarî:

    Lavrov: DYA bo berdewamiya pevçûnan li nêzî Tanfê milîtanan perwerde dike
    Lavrov: DYA bi armanca parçebûna axa Sûriyeyê tevdigere
    DYA: Koreya Bakur bi fişara maksîmum hat ser vê xetê
    Stoltenberg: NATO û DYA alternatîfên S-400an pêşniyazî Tirkiyeyê dikin
    Etîketan:
    s-400, pergala parastina hewayî, niştecih, efrîn, azadî, rûsya, rojnamevan, Heather Nauert, DYA
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de