17:28 23 Gulan 2018
    Efrîn

    Washîngton: Hê jî sivîlên efrînî nikarin vegerin

    © REUTERS / Khalil Ashawi
    Amerîka
    Lînkê kurt
    0 20

    Berdevka Wezareta Derve ya Amerîkayê Heather Nauert di axaftina xwe de ragihand ku hêta niha jî destûra vegera sivîlên efrînî nehatiye dayîn.

    Berdevka Wezareta Derve ya Amerîkayê Heather Nauert di civîna xwe ya çapemenî de bersiva pirsa rojnamevanê K24ê da û got: "Em mijara Efrînê ji nêzîk ve dişopînin, heta niha destûra derdora 140 hezar sivîlên ku dixwazin vegerin bajêr nehatiye dayîn."

    Heather Nauert di berdewamiya axaftina xwe de got: "Em ji rewşa sivîlên Efrînê bi guman in. Me ji tirk, rûs û sûriyeyiyan ji bo sivîl vegerin malên xwe alîkarî xwest."

    Nauert di dirêjiya axaftina xwe de got: "Ji bo alîkariya sivîlên Efrînê divê hemû alî hewl bidin û hûn dizanin di hevdîtina Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo û hemkarê wî yê tirk Mevlut Çavuşoglu ya NATOyê de jî ev mijar hat axaftin. Hinek mijarên heyî kî pêşerojê dê werin nirxandin."

    Bi heman mijarî:

    HRRK bi dirûşma ‘Em hemû Efrînî ne' festîvala xwe ya 5emîn li Kobaniyê li dar dixe
    NY: 137 hezar Efrînî çûne Til Rifet û gundên derdorê
    Berdevkê NYyê: Ji 18ê Adarê ve 104 hezar Efrînî terka malên xwe kirin
    ’Di 24 saetan de 30 hezar Efrînî koçber bûn, gelek jî vegeriyan gundên xwe’
    Efrînî li dijî êrişên Tirkiyeyê meşiyan
    Etîketan:
    Berdevka Wezareta Derve ya Amerîkayê, Heather Nauert, Sûriye, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de