06:52 26 Gulan 2018
ABD Başkanı Donald Trump- Kuzey Kore lideri Kim Jong-un

Koreya Bakur 3 girtiyên amerîkî serbest berdide

© AFP 2018 / Jung Yeon-je
Amerîka
Lînkê kurt
0 0 0

Parêzerê Serokê Amerîkayê Donald Trump Rudy Giuliani di axaftina xwe de ragihand ku em li bendê îro Koreya Bakur 3 girtiyên amerîkî serbest berde.

Parêzerê Trump Rudy Giuliani di axaftina xwe ya kanala Amerikan Fox Newsê de ragihand ku ez naxwazim têkevim hurgiliyên mijarê, lê Serokê Koreya Bakur îro dê 3 girtiyên amerîkî ku rêvebiriyên berê jî daxwaza berdana wan kiribûn serbest berdide.

Li gor daxuyaniya parêzer Rudy Giuliani navê kesên ku daxwaza berdana wan hatiye kirin wiha ye Kim Hak-song, Kim Sang Duk û Kim Dong Chul e. Chul ji sala 2015an û yê din jî ji par de girtî ne.

Herwiha Trump jî derbarê mijarê de li ser hisabê xwe yê Twitterê peyamek weşand û got: "Wek ku her kes di ferqê de ye, rêvebiriya berê daxwaza berdana 3 girtiyên amerîkî li Koreya Bakur dikir, lê vala derket. Di şopê de bimînin."

Bi heman mijarî:

Koreya Bakur hoparlorên xwe ku li sînor danîbûn radike
Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî ya Amerîkayê Bolton bo Koreya Bakur modelek pêşniyar kir
DYA: Koreya Bakur bi fişara maksîmum hat ser vê xetê
Serokê Koreya Bakur makarnaya xwe bi xwe re bir: 'Makarnaya Kim Jongî, koreyî kirin yek'
Trump hevdîtina di navbera Koreya Başûr û ya Bakur de şîrove kir
Lîderên Koreya Bakur û Başûr hatin ba hev: Dîrokek nû dest pê dike
Etîketan:
Koreya Bakur girtiyên amerîkî serbest berdide, Rudy Giuliani, Koreya Bakur, Amerîka
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de