17:04 24 Gulan 2018
    Dîrektorê Danûstandinê yê Koşka Spî Anthony Scaramucci

    Scaramucci: Bila kurd bizanin ku Amerîka dengê wan dike

    © REUTERS / Jonathan Erst
    Amerîka
    Lînkê kurt
    0 50

    Berpirsê Ragihandina Koşka Spî yê berê Antony Scaramucci da zanîn ku agahiyên girîng li ber destê wî hene ku kurd piştgiriya Amerîkayê dikin, lewma jî divê kurd bizanin ku Amerîka dengê wan dibihîze.

    Scaramucci di hevdîtineke xwe ya li televizyona Kurdistan 24ê de diyar kir ku divê kurd hêviya xwe ji Amerîkayê nebirin û got, "Lewra kurdan tim piştgirî daye Amerîkayê."

    ‘BILA AMERÎKA MAFÊN KURDAN MISOGER BIKE'

    Scaramucci pêşniyara ku rêveberiya Amerîkayê mafên kurdan garantî bike kir û daxwaz kir, bi awireke aramî û îstiqrarê dabîn bike li kêşeya kurdan binêre.

    ‘DIVÊ KURD JI ARMANCÊN XWE YÊN SIYASÎ VENEGERIN'

    Scaramucci got, "Agahiyên girîng li ber destê min hene ku kurdan berê piştgiriya Amerîkayê kiriye. Lewra jî divê kurd bizanin ku Amerîka dengê wan dibihîze."

    Rayedarê amerîkî yê berê herwiha ji kurdan jî xwest, li demeke ku xwediyê piştgiriyeke xurt a Amerîkayê ne, ji armancên xwe yên siyasî venegerin.

    Bi heman mijarî:

    Keştiyên NATOyê çima derbasî Deryaya Reş bûn?
    Ji bo şopandina Şampiyoniya Cîhanê zêdetirî 2 hezar rojnamevanî akredîte bûn
    Kremlînê bersiv da SIPRIya ku digot lêçûnên leşkerî yên Rûsyayê kêm bûne
    Li Îranê masî ji ezmanan bariyan
    Pûtîn di derbarê Kûpaya Cîhanê de axivî
    Kremlin: Encamên hilbijartinê çi bin jî divê têkiliyên me li gel Ermenistanê dewam bikin
    ‘Li Sûriyê Provokasiyoneke nû ya çekên kîmyewî tê amadekirin’
    Etîketan:
    Antony Scaramucci, kurd, amerika, kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de