01:37 26 Gulan 2018
Alayên Amerîka û Rûsyayê

‘Jehra ambargoyên Amerîkayê li seranserê dinyayê belav bû’

© REUTERS / Maxim Shemetov
Amerîka
Lînkê kurt
0 0 0

Dorpêç û ambargoyên Amerîkayê ne tenê li ser Rûsyayê, li ser welatên ewropî û yên din jî bandorê dike. Medyaya Ewropayê balê dikişîne ser xeteriya ku tê û bangên liv û tevgerê li paytextên welatên ewropî dike.

Mike Pompeo
© REUTERS / Carlos Barria
Di gotareke rojnameya Awistiryayê Die Presse de, tê destnîşankirin ku bandora dorpêçên Amerîkayê ji xeynî Rûsyayê li ser gelek welatên din jî çêdibe.

Nivîskarê gotarê pisporê siyasî Eduard Stelner balê dikişîne ser ku ewropî êdî bandora dorpêçan hîs dikin û polîtîkaya Amerîkayê bandora domînoyê daye destpêkirin.

Stelner dibêje, her diçe hejmara dezgehên bazirganî yên dixwazin dawî li vê rewşa jehrîn were zêde dibe.

Herwiha gelek sazî û dezgehên ewropî jî bangewaziyên rawestandina dorpêçan kirin ku Yekîtiya Kargehên Ewropayê (AEBRUS) ji rayedarên Yekîtiya Ewropayê (YE) dixwaze, kompaniyên ewropî yên li Rûsyayê kar dikin biparêzin.

Bi heman mijarî:

Çavdêrên siyasî û gel hilbijartinên li parêzgeha Duhokê nirxandin
Barzanî: Li ser deriyên sînor û gumrikê rêkeftin çêbû
Huda-Par: Bi ti partiyekê re rêkeftina me ya hilbijartinê ku encamekê bide çênebû
Li Otlukbeliya Erzîncanê erdhej çêbû
‘HSD bi artêşa Iraqê re amadekariya operasyona hevbeş dike’
Etîketan:
Ambargo, Dorpêç, Ewropa, Amerîka, Rûsya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de