07:04 26 Gulan 2018
Mike Pompeo

Mike Pompeo sond xwar

© REUTERS / Carlos Barria
Amerîka
Lînkê kurt
0 0 0

Wezîrê Karê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo îro roja çarşemê li Washingtonê sond xwar.

Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo
© AP Photo / Jacquelyn Martin
Rêûresma sondxwarinê li avahiya Wezareta Karên Derve li Washingtonê bi beşdariya Serokê Amerîkayê Donald Trump û cigîrê Serokê wî welatî Mike Penza hat lidarxistin. Merasîm li ser têlêkanalên herêmî zindî hat weşandin.

Piştî axaftina Serokê Amerîkayê Trump, Pompeo li gor kevneşopiê destê xwe yê rastê bilind kir û destê çepê danîbû ser Încîlê û li dû Penson peyvên dilsoziya xwe ya `xizmeta ji bo gelê Amerîkayê` dûbare kirin. Ev merasîm sembolîk bû, ji ber kû Pompeo di heftiya borî de, dest bi wezîfeya xwe kiribû.

Pompeo ji alî senatorê Amerîka ji bo postê Wezîrê Karên Derve roja 26 nîsanê hatibû pejrandin, hema piştî wê Pompeo çû biryargeha NATOyê ya li Brukselê û piştre serdana Siûdî Erebistanê, Îsraîlê û Ûrdunê kiribû.

Di dîroka Amerîkayê de Pompeo bû 70êmîn Wezîrê Karên Derva piştî Reks Tîllerson yên kû zêdetirî salekî ev wazîfe pêkanîbû û ji ber cudahiyên nêrînan di warê rêzepirsên girîng yên siyaseta derva bi taybetî li ser pirsgirêka Koreya Bakur ji alî Tramp ve ji kar hatibû dûrxistin.

 

Bi heman mijarî:

Pompeo li Wezareta Derve yekem axaftina xwe kir
Pompeo: Li gor belgeyên Îsraîlê bernameyeke nûkleerî ya Îranê heye
Pompeo û Netanyahu li ser Îranê li hevdu civiyan
Pompeo: Li Kendavê yekîtî girîng e û divê em vê pêk bînin
Pompeo li Siûdiyê bi hemkarê xwe el Cubeyr re hevdîtinek li dar xist
Pompeo û Çavuşoglu hevdîtinekê li dar dixin
Pompeo bi sefera Rojhilata Navîn dest bi kar dike
Etîketan:
Rêûresm, Sondwarin, Wezareta Derve, DYA, Mike Pompeo, Amerîka
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de