18:10 21 Gulan 2018
    Generalê Amerîkayê Jamie Jarrard li Minbicê

    Rojnameya brîtanî bangî Amerîkayê kir: Kurdan tenê nehêlin

    © AP Photo / Susannah George
    Amerîka
    Lînkê kurt
    0 20

    Rojnameya Timesê ku navenda wê li Brîtnayayê di sernivîsa xwe de ragihand ku dibe Amerîka dev ji YPGê berde, divê hêza herî mezin a leşkerî ya cihanê dost û hevalbendên xwe neterikinînin.

    Rojnameya Timesê di sernivîsa xwe de got: "Hêzên mezin bi têkliyên xwe yên ligel dostên xwe têne nirxandin. Yek ji têkçûna polîtîkayên derve ya 30 salî, piştî Şerê Kendavê tenê hiştina kurdan bû. Piştî şerê DAIŞê gelek artêşan li hemberî rêxistinê şer kir û grûbên kurdan jî di vî şerî xwe îspat kir."

    ‘TALÛKEYA KU AMERÎKA DEV JI KURDAN BERDE HEYE'

    Di berdewamiya sernivîsê de tê gotin: "Li gor aktorên din ên herêmê kurd sekuler û demokratiktir in û sempatiya welatên rojavayî kişandin. Lê kurd xwe bixwe di nava tevlîheyekê de ne. Ji hêla coxrafî û siyasî cudahî hene. Li Iraqê piştî referandûma serxwebûnê ji bajarê Kerkûkê hatin derxistin. Nêzîkî 15 milyon kurd li Tirkiyeyê dijîn û Enqere dibêje em nahêlin li sînorê me dewletek Kurdî çêbibe."

    'DIVÊ HÊZÊN MEZIN DEV JI DOSTÊN XWE BERNEDIN'

    Times di dirêjiya nivîsa xwe de got: "Di meha rebendanê de bi operasyoneke leşkerî ya li hemberî Efrînê kontrola kurdan hat bidawîkirin. Kurdan sirf ji bo alîkariya rojavayî şerê DAIŞê nekirin. Li hemberî DAIŞê rawestiyan çimkî rêxistinê li herêmê li hemberî hebûn û dewletbûna wan talûke bû. Amerîkayê bi çek û pisporên xwe piştgirî da û kurdan jî gelek fedekarî kir. Di vê dema ku DAIŞ dîsa xwe birêxistin dike de, dibe Washîngton kurdan tenê bihêle. Çi dibe bila bibe divê hêza herî mezin a leşkerî û demokratîk dost û hevalbendên xwe tenê nehêlin."

    Bi heman mijarî:

    'Îranê ji destpêkê ve derew kir, îmzekirina peymanê xetaya herî mezin a Amerîkayê bû'
    Rûsya bo Amerîkayê: Ala me ji nû ve daliqînin
    Leşkerekî Amerîkayê di pevçûnan de hat kuştin
    Amerîkayê biryargeha xwe ya navendî ya li Bexdayê hilweşand
    Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî ya Amerîkayê Bolton bo Koreya Bakur modelek pêşniyar kir
    Etîketan:
    Tojnameya Timesê, Sûriye, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de