07:08 26 Gulan 2018
James Mattis

Mattis ji senatoyê xwest, ji bo çekên rûsî dorpêçan li ser Tirkiyê nesepînin

© REUTERS / Francois Lenoir
Amerîka
Lînkê kurt
0 01

Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê (Pentagon) James Mattis ji senatoya Amerîkayê daxwaz kir ku dema kirîna çekên rûsî ji aliyê hevpeymanan ve binirxînin, nesepandina dorpêçan baş bifikirin.

Mattis di axaftina xwe ya Komisyona Xizmetên Çekdarî ya Senatoya Amerîkayê de, ji bo partnerên wekî Tirkiyeyê ku çek û navgînên leşkerî yên rûsî dikirin daxwaz ji senatoyê kir, bi hêminî tevbigerin û dorpêçan nesepînin.

Lê belê James Mattis di heman axaftina xwe de, ji bo amadekariyên Tirkiyeyê yên kirîna Sîstemên Parastina Hewayî S-400an jî got, "Kirîna S-400an têra xwe metirsîdar e."

MITCHELL GEFA DORPÊÇAN XWARIBÛ

Hêjayî gotinê ye, Cîgirê Wezîrê Derve yê Amerîkayê Wess Mitchell demek berê li ser mijara kirîna S-400an ji aliyê Tirkiyeyê ve dabû xuyakirin ku dibe dorpêç li ser Tirkiyeyê werin sepandin.

Mitchell ji ber peymana kirîna S-400an a Rûsya-Tirkiyê diyar kiribû ku dibe xala 231ê ya CAATSAyê were bikaranîn û îhtimala dorpêçan bibîr xistibû.

LAVROV: DORPÊÇ ŞANTAJ E

Rayedarên NATOyê jî S-400an wekî qatilê balafirên amerîkî yên F-35an binav dikin ku niha Tirkiyeyê jî ji wan balafiran xwestiye.

Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov jî gotinên Mitchell wekî 'şantaja li ser Tirkiyeyê' nirxandibû.

Bi heman mijarî:

Li pîrozbahiyên parîsê ragêşiya 1ê Gulanê: Peyamnêrê Spûtnîkê birîndar bû
Hunermendê Spanyolî Semper ji kaxizan peykerên balkêş çêdike
Rayedarên amerîkî: Wisa diyar e ku Îsraîl amadekariyê dike, şerê Îranê bike
Pêşnûmaya 'Îsraîl wek welatê cihûyan dinase' di dengdana pêşî de hat pejirandin
Îranê bersiv da Îsraîlê: Em ê bersivekê surprîz bidin û hûn pişman bibin
Temelli: Li Amedê dibin kurd, li Enqereyê jî dibin gur
Etîketan:
Pentagon, James Mattis, S-400, Dorpêç, Tirkiye, Amerîka
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de