17:07 24 Gulan 2018
    Berdevka Wezareta Derve ya Amerîkayê Heather Nauert

    Amerîka: Eger êrîş li ser hevparên me çêbibe, em ê wan biparêzin

    © AFP 2018 / Mandel Ngan
    Amerîka
    Lînkê kurt
    0 10

    Berdevka Wezareta Karê Derve yê Amerîkayê Heather Nauertê ragihand ku Amerîka, hevpeymaniya navdewletî ya li dijî DAIŞê û hevparên herêmî dest bi operasyona rizgarkirina deverên dawî yên DAIŞê kiriye. Nauertê got, "eger êrîş li ser hêzên me yên hevpar çêbibin, em ê wan biparêzin."

    Nauertê bi dauxyaniyekê got, "Amerîka û hevpeymaniya navdewletî û hevparên herêmê ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk jî di nav wan de ne, dest pê dikin ku deverên dawî yên DAIŞê yên li Sûriyeyê rizgar bikin."

    Herwiha rayedara amerîkî got, "eger êrîş li ser hêzên me yên hevpar çêbibin, em ê wan biparêzin. Rojên DAIŞê yên kontrolkirina erda Sûriyeyê û terorîzekirina gelê wê ber bi dawî ve tê."

    Berdevkê got, "Amerîka dê li gel Tirkiye, Îsraîl, Urdun, Iraq û Libnanê bixebite da ku ewlekariya sînorên xwe ji DAIŞê dabîn bike."

    Hêzên Sûriyeya Demokratîk(HSD) îro ragihandibû ku pêngava operasyona Bagera Cizîrê ya li rojhilatê Dêra Zorê ku ji ber operasyona Artêşa Tirkiyeyê û komên pê re li ser Efrînê rawestiyabû îro ji nû ve dest pê kir.

    Bi heman mijarî:

    Navenda Ragihandinê ya HSDê, encama operasyona Efrînê bi raya giştî re parve kir
    ‘Amerîka li Minbicê ji bo HSDê biparêze du baregehên leşkerî ava dike'
    ‘Amerîka li ser formuleke ku HSDê ji dest bernede dixebite'
    Aqûbeta girtiyên DAIŞî yên di destê HSDê de wê çawa bibe
    HSDê îdîayên Artêşa Tirkiyeyê red kirin: Em li cihên sivîlan bi cih nabin
    HSDê encamên şerê 24 saetên dawî yê Efrînê ragihand
    Etîketan:
    HSD, DAIŞ, Heather Nauert, TIRKIYE, Tirkiye, Urdun, Sûriye, Libnan, Iraq, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de