11:13 24 Gulan 2018
    Leşkerê amerîkî

    Leşkerekî Amerîkayê di pevçûnan de hat kuştin

    © AFP 2018 / YASIN AKGUL
    Amerîka
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Hat ragihandin ku li Afganistanê leşkerekî Amerîkayê di şer û pevçûnan de hat kuştin.

    Li gor zanyariyên berdest, li rojhilatê Afganistanê leşkerekî amerîkî di şerê çekdarî yê hemberî grûba çekdar de canê xwe ji dest da.

    Fermandariya Amerîkayê li Afganistanê di daxuyaniya xwe ya nivîskî de ragihand ku leşkerekî amerîkî ku di bin banê NATOyê de li Afganistanê wezîfe dikir di pevçûna li hemberî grûba çekdar de canê xwe ji dest da.

    Li gor daxuyaniyê di pevçûnan de leşkerek jî birîndar bûye, lê tendirustiya leşkerê birîndar baş e.

    Herwiha rêxistina Talîbanê jî di daxuyaniya xwe de ragihand ku pevçûn li bajarê Kapîsa rû da û di pevçûnê de 2 leşkerên amerîkî hatin kuştin.

    Bi heman mijarî:

    Amerîkayê kuştina leşkerê xwe li Iraqê serast kir
    Amerîkayê derbarê bicih kirina leşkerê xwe yên li ser sînor de daxuyanî da
    Radyoyê DAIŞê: ‘Êrişkarê Orlandoyê leşkerê xîlafetê yê li Amerîkayê bû'
    Leşkerê Amerîkayê ‘nîşaneyeke mîna DAIŞê' bi kar tîne
    Etîketan:
    Leşkerekî amerîkî li Afganistanê hat kuştin, Amerika, Afganistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de