11:15 24 Gulan 2018
    Wezîrê Berevaniya Amerîkayê James Mattis

    Mattis: Heta ‘aştî’ pêk neyê em hêzên xwe ji Sûriyê venakişînin

    © REUTERS / Yuri Gripas
    Amerîka
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Wezîrê Bergiriya Amerîkayê Jim Mattis ragihand, heta ku ew li Sûriyeyê serkeftina li qada şer bi çareseriya aştîyane encam nedin, hêzên xwe ji Sûriyeyê venakişînin.

    Mattis diyar kir ku ew dê bi Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî (NY) li Sûriyeyê Staffan de Mistûra re hevdîtinê bike ku ew di mijara Sûriyeyê de digel Wezîrê Derve Mike Pompeo jî dixebite.

    Mattis da xuyakirin ku Amerîka bi sedema qanûna 2001an a ku rê dide erka bikaranîna hêzê li hemberî El Qayîde û rêxistinên girêdayî wê li Sûriyeyê ne û wiha axivî:

    'PÊŞÎ ŞER, PIŞTRE AŞTÎ TÊ QEZENCKIRIN'

    "Hema hema hemû welatên herêmê ji kirinên Îranê yên li wê derê bi fikar in. Ya ku em dixwazin bikin, em dixwazin xîlafetê (DAIŞ) li qada şer bi awayî fizîkî tune bikin û bi rêya dîplomatan jî aştiyê dabîn bikin û piştre derkevin. Pêşî şer piştre jî aştî tê qezenckirin."

    Mattis got ku li aliyekî ew şerê DAIŞê dikin, li aliyekî jî hewil didin li Cenevê hevdîtinên çareseriyê bigihînin encamê.

    Mattis li ser dubendiya navbera Tirkiye û Amerîkayê derbarê Minbicê de jî da zanîn, ew û Tirkiye hîn jî di hin tiştan de cuda difikirin, lê hevdîtin didomin û ew tê agahdarkirin.

    Bi heman mijarî:

    Temelli li ser îhtimala cezakirina Demirtaş axivî: Gel namzedê me nîşan dide...
    PKKê li Dersîmê êrîş kir: 3 leşker birîndar bûn
    Pûtîn û Netanyahû li ser ‘bernameya nepen a nukleerî’ axivîn
    Li Cizîrê xaniyek herifî: Kesekî can da, 11 kes jî birîndar bûn
    ‘Şandeke Tirkiyê ya 50-60 kesî serdana Herêma Kurdistanê dike’
    Etîketan:
    Jim Mattis, Sûriye, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de