17:06 24 Gulan 2018
    Serokê El Qayîdeyê Usame Bin Ladîn 3yê Gulana 211an li Pakistanê hat kuştin

    ‘Plana revandina ji hepsê ya doktorê CIAyê yê ku Bin Ladîn îxbar kiribû bi ser neket’

    © REUTERS / Mohsin Raza/File Photo
    Amerîka
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Hat diyarkirin ku plana revandina doktorê Pakistanî yê Usame Bin Ladîn ji CIAyê re îxbar kiribû yan jî berdêlkirina wî bi ser neketiye.

    Washingtonê ji aliyekî ve plana revandina Şakil Afarîdî dikir, ji aliyekî din ve li ser berdêlkirina wî plan çêdikir.

    Heta Serokê Amerîkayê Donald Trump jî soza serbest berdana wî ji girtîgeha Pakistanê dabû, lê belê demek berê hatibû ragihandin ku Afarîdî bi hinceta ku amadekariya firarkirinê dike ji girtîgeha bajarê Peşawerê hatibû derxistin û bo cihekî din hatibû veguhestin.

    Li gor çavkaniyên ku ji Spûtnîkê re axivîn, Washingtonê ji aliyekî ve ji berdêlkirina Afarîdî bi Afiye Siddiqê 86 sal ji ber êrîşa 11ê îlonê jê re hatiye birîn di nav hewldanê de bû, li aliyê din jî CIAyê plana revandina ji girtîgehê ya Afarîdî dikir. Lê belê ew plan bi ser neket.

    Heman çavkaniyan da zanîn ku Pakistan red dike Afarîdî berde yan jî berdêl bike.

    Çavkaniyan ji Spûtnîkê re bi hevnêrînî diyar kirin ku meseleya berdan bernedana Afarîdî astengeke mezin e di navbera têkiliyên Amerîka û Pakistanê de.

     

    Bi heman mijarî:

    Pûtîn û Netanyahû li ser ‘bernameya nepen a nukleerî’ axivîn
    Amerîkayê biryargeha xwe ya navendî ya li Bexdayê hilweşand
    Yekem santrala nukleer a ajnêber a Rûsyayê: 'Akademik Lomonosov' derkete geşta ewil
    Netanyahu: Derbarê bernameya nepen a çekên nukleerî ya Îranê de delîlên me yên nû hene
    Ji MSDê bangewaziya Efrînê: Rapora binpêkirinan ji NYyê re tê şandin
    ‘Şandeke Tirkiyê ya 50-60 kesî serdana Herêma Kurdistanê dike’
    Etîketan:
    CIA, Pakistan, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de