11:15 24 Gulan 2018
    Konsûlxaneya Rûsya ya Seattleyê

    Rayedarên amerîkî ala rûsî ya li ser konsûlxaneya Seattleyê daxist

    © Sputnik /
    Amerîka
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Piştî biryara Washingtonê ala Rûsyayê ya li ser konsûlxaneya Seattleyê ku hatibû girtin û valakirin ji aliyê rayedarên amerîkî ve hat daxistin.

    Li ser biryara Washingtonê girtina konsûlxaneya Seattleyê ku hatibû valakirin ji aliyê rayedarên amerîkî ve ala Rûsyayê hat daxistin.

    Balyozxaneya Rûsyayê daxistina ala rûsî ji ser konsûlxaneya Seattleyê wekî binpêkrineke cidî ya yasayên navdewletî nirxand.

    Balyozxaneyê ragihand ku Moskowê daxwaz kiriye ala rûsî ji nû ve were danîn.

    Konsûlxaneya Seattleyê ya Rûsyayê 2yê Nîsanê hatibû asêkirin û Balyozê Rûsyayê yê li Amerîkayê Anatoliy Antonov gotibû, dê avahî were valakirin, lê ala rûsî wê li cihê xwe bimîne.

    Antonov gotibû, "Em alê danaxin, ev biryareke prensîbê ye. Em ewlekariya alê ji nezaketa hemkarên xwe yên amerîkî re dihêlin."

    Amerîkayê li ser îdiayên Brîtanyayê yên jehrîkirina sîxurê berê Sergey Skripal û keça wî, biryara dersînorkirina 60 dîplomatên rûsî û girtina konsûlxaneya Seattle ya Rûsyayê wergirtibû.

    Rûsyayê jî li beramberî wê biryarê, biryar dabû gelek dîplomlatên amerîkî dersînor bike û Balyozxaneya Amerîkayê ya li St. Petersburgê jî asê bike.

    Bi heman mijarî:

    Temelli li ser îhtimala cezakirina Demirtaş axivî: Gel namzedê me nîşan dide...
    PKKê li Dersîmê êrîş kir: 3 leşker birîndar bûn
    Ji MSDê bangewaziya Efrînê: Rapora binpêkirinan ji NYyê re tê şandin
    Netanyahu: Derbarê bernameya nepen a çekên nukleerî ya Îranê de delîlên me yên nû hene
    Yekem santrala nukleer a ajnêber a Rûsyayê: 'Akademik Lomonosov' derkete geşta ewil
    Etîketan:
    Konsûlxaneya Seattleyê, Amerîka, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de