01:32 26 Gulan 2018
Bill Gates

Bill Gates: Dibe di nava 6 mehan de bi milyonan însan bimrin

© AP Photo / Ted S. Warren
Amerîka
Lînkê kurt
0 01

Li gor dewlemendê navdar ê amerîkî Bill Gates dibe nexweşiyeke nediyar bibe sedema mirina 30 milyon însanî û îhtîmale ev di nava 10 salan de pêk were.

Avakarê şirketa teknolojik a Microsoftê Bill Gates di axaftina xwe ya konferansa nexweşiyên şewbî ya Kovara Tibî ya New England û Komeleya Tiba Massachusettsê de got: "Piranî ji aliyê gelek kesan ve tê gotin ku em ji felca zarokan, ta girtin û ji xizaniyê xelas bûne. Lê qadeke ku cihan têde pêşneketiye heye. Ev jî nexweşiyên pandemîk in. Çi qas nifûsa cihanê zêde bibe û însan jiyana xwe ya xwezayê bidomîne wê patojenên nû derkevin holê. Demek ê were ku hinek însan û grûbên biçûk dê vê nexweşiyê li hemberî însanan wek çek bikar bînin."

Li gor Bill Gates ev teori dibe di nava salê pêş de pêk were. Bill Gates di berdewamiya axaftina xwe de got: "Însan tin seyehet dikin û di nava çend seetan de bi balafirê ji cihekî dikarin pir dûr herin. Dewleteke biçûk dibe di laboratuwarê de formuleke mirinê saz bike."

Gates di dirêjiya axaftina xwe de bangî hemû hikûmetan kir û got: "Çekên ku bikaribe 30 milyan însanî bikujin niha di dema çêkirinê de ye û divê em bergiriyên lezgîn wergirin. Bê dinya çawa ji bo şer gelek amadehiyan dike, divê ji bo nexweşiyên pandemîk jî amadehiyan bike."

Bi heman mijarî:

Bill Gates hişyar kir: "Dibe 30 milyon însan bi şewbê were kuştin"
Li Çekyayê ji ber şewbê 70 kesî jiyana xwe ji dest da
Li Çînê ji ber nexweşiyên şewbê hezar û 409 kesî jiyana xwe ji dest da
Li Kobanê kêmasiya derman û xetereya şewbê heye
Etîketan:
Dewlemendê amerîkî, Bill Gates, Amerîka
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de