11:54 23 Gulan 2018
    Alaya Amerîkayê - amerîka

    Şandeyeke bilind a Kurdistanê çû Amerîkayê

    © AFP 2018 / GABRIELLE LURIE
    Amerîka
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Hat ragihandin ku şandeyeke payebilind a hikûmeta Herêma Kurdistanê çû serdana Amerîkayê û ligel berpirsên kongre û rêveberiya Amerîkayê civiyan.

    Nûnertiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya li Amerîkayê li ser rûpela xwe ya Twitterê bi peyamekê ragihand ku şandeke payebilind a hikûmeta Herêma Kurdistanê çûye serdana Amerîkayê û bi berpirsên kongre û rêveberiya Amerîkayê re kom bûne.

    Di wê peyamê de ev tişt hatin gotin: "Şandeya bilind a hikûmeta herêmê, ku ji Serokê Dîwana Serokatiyê ya Herêma Kurdistanê Fuad Hisên, Berpirsê Peywendiyên Derve yê Hikûmetê û Nûnera Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya li Amerîkayê Bayan Samî Ebdulrehman pêk hatibû, bi berpirsên kongre û rêveberiya Amerîkayê kom bûn."

    Herwisa di peyameke din de hat gotin ku, "Di civîneke bi cîgirê taybet ê Serokê Amerîkayê yê berpirsê ewlehiya neteweyî Michael Bill ligel şandeya herêmê behsa rewşa siyasî ya niha li Herêma Kurdistanê, Iraq û Rojhilata Navîn kir."

    Bi heman mijarî:

    Gazproma rûsî li Kurdistanê hilberîna xwe zêde kir
    Ebadî: Heke gendelî nebûya herêma kurdistanê rastî vê kirîza aboriyê nedihat
    Balafirên artêşa tirk cardin gundên Herêma Kurdistanê bombebaran kirin
    Iraqê ji Herêma Kurdistanê re 317 milyar dînar şand
    Etîketan:
    Şandeya bilind a Kurdistanê, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de