05:36 22 Gulan 2018
    Dîrektorê CIAyê Mike Pompeo

    Mike Pompeo bû Wezîrê Derve yê Amerîkayê

    © REUTERS / Jonathan Ernst
    Amerîka
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Serokê berê yê CIAyê Mike Pompeo bi erêkirina senatoya Amerîkayê re, bû wezîrê nû yê derve li Amerîkayê.

    Li senatoya Amerîkayê zêdetirî 100 senatoran ji bo Mike Pompeo dengê ‘belê' dan.

    Senatoya Amerîkayê namzedê Serokê Amerîkayê Donald Trump ê wezîrtiya derve serokê berê yê CIAyê Mike Pompeo pesend kir.

    Niha John Sullivan bi wekalet wezîrtiya karên derve yên Amerîkayê dike.

    Tê çaverêkirin piştî sondê Pompeo dest bi karê xwe yê nû bike.

    NAMZEDIYA WÎ JI KOMÎSYONA TÊKILIYÊN DERVE BI ZEHMETÎ DERBAS BÛBÛ

    Namzediya Pompeo di dengdana Komîsyona Têkiliyên Derve ya Senatoya Amerîkayê de, li hember 9 dengên na bi 11 dengan derbas bûbû.

    Trump, li şûna Wezîrê Derve yê Amerîkayê Rex Tillerson, Mike Pompeo wekî namzed nîşan dabû.

    Pompeo di meha Adarê de bi dizî çûbû Koreya Bakur û xebatên hevdîtina Trump a bi Serokê Koreya Bakur Kim Jong-un ku tê çaverêkirin li meha Hezîranê pêk were, temam kiribûn.

    Bi heman mijarî:

    Nûnerê Hikûmeta Herêmê li Parîsê: Cihê xweşhaliyê ye ku gelê Fransayê bi gelê kurd re ye
    Ebadî: Heke gendelî nebûya herêma kurdistanê rastî vê kirîza aboriyê nedihat
    Dibe ku xelata Nobelê ya 2018an îsal neyê dayîn
    Çar taybetmendiyên nû yên Googleê
    Pêşniyaza tifaqê ya Baydemir ji aliyê partiyên kurd ve bi erênî hat pêşwazîkirin
    Etîketan:
    Wezîrê Derve yê Amerîkayê, Mike Pompeo, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de