22:42 22 Gulan 2018
    Serokê Amerîkayê Donald Trump û Serokê Fransayê Emmanuel Macron

    Cudahiya Trump û Macronî di mijara Sûriyeyê de çi ye?

    © REUTERS / Kevin Lamarque
    Amerîka
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Şirovekara siyasî û birêvebera berê ya daîreya plankirinê ya Wezareta Derve ya Amerîkayê Anne-Marie Slaughterê diyar kir ku siyaseta Trumpî û ya Macronî ji bo Sûriyeyê cuda ne û got," Stratejiyeke dîplomatîk a birêveberiya Trumpî tine".

    Şirovekara siyasî û birêvebera berê ya daîreya plankirinê ya Wezareta Derve ya Amerîkayê Anne-Marie Slaughterê diyar kir ku şêwaza danûstendina serokê Amerîkayê yê berê Barack Obamayî û ya Serokê Amerîkayê yê niha Donald Trumpî bi dosyaya Sûriyeyê re xwedan cudahiyên berbiçav in.

    Herwha Slaughterê destnîşan kir ku cudahî di navbera Trump û Serokkomarê Fransayê Emmaneul Macronî de jî hene.

    Li gorî nûçeya CNNê, pispora amerîkî got," (Birêveberiya Obamayî) hewl dida komeke diyar biçek bike û çerxa dîplomasiyê bi pêş de dibir. Lê stratejiyeke dîplomatîk a birêveberiya Trumpî tine. Macron û Fransayê got, "baş e, em ê li ser bingeha (îdîaya) bikaranîna em li Sûriyeyê xin û paşê vegerin dîplomasiyê û têkilîdarî mijarên penaber û alîkariya mirovê jîrast bikin. Lê Trumpî ji aliyekî ve dibêje ku dixwaze destê xwe bi temamî jê bikişîne û ji aliyê din ve jî dibêje ku ev mesele gelekî xerab e."

    Hêjayî gotinê ye ku ev şirove di demeke wiha de tê ku Serokê Amerîkayê Donald Trumpî gotibû ku dixwaze hêzên xwe ji Sûriyeyê vekişîne.

    Bi heman mijarî:

    Plana nû ya Trump bo Sûriyeyê
    Sûriyeyê ji bo şandina hêzên erebî bersiva Amerîkayê da
    Artêşa Sûriyeyê li Dûmayê atolyeyên çekan ên milîtanan dîtin
    Rûsya û NATO li ser mijara Sûriyeyê dicivin
    Etîketan:
    qeyrana Sûriyeyê, Barack Obama, Emmanuel Macron, Donald Trump, Amerîka, Fransa, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de