17:06 26 Gulan 2018
Donald Trump, Kim Jong-un

Trump: Serokê Koreya Bakûr Kîm mirovekî zelal û bi rûmet e

© AP Photo / Ahn Young-joon
Amerîka
Lînkê kurt
0 0 0

Serokê Amerîkayê Donald Trump bi Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron re civîneke çapemeniyê li dar xisti. Di wê civînê de Trump derbarê Serokê Koreya Bakur Kîm Jong-un daxuyanî dan. Trump bo Kîm got mirovekî zelal û gelekî bi rûmet e.

Trump serokê Koreya Bakur Kim Jong Un weke kesekî ‘zelal' û ‘bi rûmet' bi nav kir û eşkere kir ku hevdîtina ku bi wî re tê plankirin tavilê bi zûtirîn dem were lidarxistin.

‘JI BO CÎHANÊ MUHTEŞEM E'

Serokê Amerîkayê "Daxwaza wan a hevdîtinê bo zûtirîn dem bo me hat gotin. Bi raya min ev ji bo cîhanê muhteşem e"

‘HEVDÎTIN GELEK BAŞ DIÇIN'

Trump ji bo hevdîtina bi serokê koreya bakûrî ya meha hezîran de got hevdîtinê beriya civînê ‘gelek baş' birêve diçin. Trump ji bo Kîm ev tişt gotin "Bi qasî ku dibînim ew bi rastî jî mirovekî zelal û gelek bi rûmet e."

‘JI DEVÊ DERIYÊ ŞERÊ NUKLEERÎ'

Piştî tetbîqata leşkerî ya Amerîkayê Koreya Bakur moşekên nukleerî ceribandibûn û Trump û Kîm duelloyeke peyvan dabûn destpêkirin, dinya bi mehan di bin fişara şeê nukleer de mabû. Lê paşê piştî nêzîkatiya Koreya Bakur û Başur Trump û Kîm anîne ziman ku ew dixwazin diyalogan pêk bînin û wisa pêvajoya gotûbêjan dest pê kir.

HEVDÎTINA POMEO-KÎM

Meha bihûrî Dîrektorê CIAyê Mike Pompeo serê mehê bi Kîm re hevdîtineke nepen pêk anîbû.

Serokê Koreya Bakur piştî hevdîtina xwe ya bi serokê Koreya Başûr ya 27ê Nîsanê niha jî amadekariya hevdîtina tarîxî ya bi Serokê Amerîkayê re dike

 

Bi heman mijarî:

Erdogan: Em ê Minbic û Til Rifetê bi riyên dîplomasî kontrol bikin
Trump li ser ziyareta Kim ya Çînê got: Ez bi çar çevan li benda hevdîtinê me
Trump ji bo hevdîtina bi Kim Jong Un re şertê xwe eşkere kir
Lavrov: Rêkeftina hevdîtinê ya Trump û Kim Jong-un gaveke baş e
'Trump û Kim dê li hev bicivin'
Etîketan:
hevdîtin, Donald turmp, Kim Jong un, Koreya Bakur, Amerîka
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de