06:56 26 Gulan 2018
Melania Trump, Donald Trump, Emmanuel Macron, Brigitte Macron

Hevalbendiya Trump-Macron ku li ser wêrankirina Sûriyeyê hatiye avakirin

© Sputnik / Jonathan Ernst
Amerîka
Lînkê kurt
0 0 0

Di heyama ku serokê DYAyê Donald Trump bi derketina ji Sûriyeyê dixwaze îhaleyê bi dest Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron re berde, li Washingtonê Macron û hevsera wî li pêş deriyê Qesra Spî pêşwazî kir.

Karikatur
© Sputnik / Vitaliy Podvitski
DYA, Fransa û Brîtanya bi îdiaya ku bikaranîna çekên kîmyewî li dijî hikumeta Sûriyeyê êrîşa bi moşekan li darxistibûn. Piştî operasyona hevpeymanê bi 10 rojan serokê Fransayê Emmanuel Macron bi hevsera xwe re ji bo 3 rojan serdana DYAyê kir. Li ser serdana Macron CNNê bi sernava, "Macron, bi saya pêwendiyên bi Trump re bi hêviye ku Fransayê bike dewletek bêhempa."

​Herwiha di rojeva herdu serokan de planên derbarê Sûriyeyê, mijara peymana çekên nukleerî û têkiliyên YE-DYAyê heye. Macronê ku li Qesra Spî hat pêşwazîkirin dê di kongreyê de jî axaftinekê bike.

​Trump maseya textîn, madalya û koleksiyona nîşaneyê ya ku di sala 1880 de ji aliyê Qeybanuya Brîtanyayê Victoriayê ve hatibû diyarkirin û nîşanî mêvanên xwe da. Macron û hevsera xwe eleqeyek mezin nîşanî du telefonên ser maseyê dan.

​Macron di televîzyona Fox Newsê derbarê Trump de wiha got: "Niha ez nikarim derbarê mijarên bi nîqaş yên Donald Trump binirxînim û ew kes ne ezim, ez hatim li vir bi serokê DYAyê re hevdîtinan pêl bînim û mûhatabê min ew e. Herwiha gelê amerîkî ew wek serok hilbijartiye. Bi lêpirsînan serokê we li ba min an jî li ba cîhanê pêbawewriya wî kêm nabe."

Bi heman mijarî:

‘Ez ê Trump û Merkel bixim zindanê'
Li gorî şêwirmendên Trump biryara Koreya Bakur dibe 'xefik' be
Trump: Biryara Koreya Bakur pêşketineke mezin e
Lavrov ji Spûtnîkê re got: Pûtîn û Trump nahêlin di nava herdu welatan de şer derkeve
Etîketan:
polîtka, Esad, Sûriye, Macron, Trump, CNN, DYA
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de