17:06 24 Gulan 2018
    Mike Pompeo

    Pompeoyî pesendkirina yekem bi zorê bi dest xist

    © AP Photo / Manuel Balce Ceneta
    Amerîka
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Komisyona Têkiliyên Derve ya Senatoya Amerîkayê wezîritiya Derve ya Dîrektorê CIAyê Mike Pompoeyî pesend kir. Pompoeyî li himberî 9 dengên dijber bi 11 dengên erênî bi dest xistin.

    Komisyona Têkiliyên Derve ya Senatoya Amerîkayê namzetê wezîrtiya derve Mike Pompeo yê ku Serokê Amerîkayê Donald Trumpî ew nîşan dabû bi ferqeke biçûk pesendkirina xwe ya yekem bi dest xist.

    Senatorê Komarî yê Kentuckyê Rand Paulê ku li dijî Pompeoyî derdiket ji ber fişara partiya xwe di kêlîka dawî de piştgirî dayê.

    11 endamên komarî yên komisyonê piştgirî da Pompeoyî û 9ên demokrat jî namzetbûna wî red kir.

    Senatorê Georgiayê yê komarî Johnny Isakson ji ber ku neçar ma tev li cenazeyekê bibe tev li dengdanê nebû. Lewra Senatorê Demokrat Chris Coons ji bo ku dengdan bi dawî bibe qebûl kir ku dengê bêalî bide di şûna dengê 'na' de.

    Senator Rand Paulê jî di kêlîka dawiyê de fikira xwe guherand ku berî wê nîgeraniya xwe ji fikirên Pompeoyî anîbû zimên. Paulî diyar kiribû ku ji daxwaza Pompoeyî ya guhertina rejîmê, nerînên wî yên şerê Iraqê û polîtîkaya Amerîkayê ya 'şerê berdewam' nîgran e. Lê Paulî diyar kir ku Trumpî ew qanî kiriye ku Pompoe jî wek wî difikire û dibêje, şerê Iraqê 'şaşî bû'.

    Endamê komiysonê, Senatorê demokrat Robert Menendezî bi bîr anî ku Pompeo alîgirê guhertina rejîma Îran û Koreya Bakur e û got, "ez bawer nakim ku dîrektor Pompeoyî, nexasim ku li derdora wî alîgirên polîtîkayeke derveyî ya tund hene, ji şerî bêtir giringiyê bide dîplomasiyê."

    "DIBE TEV LI CIVÎNA WEZÎRÊN DERVE YÊN NATOYÊ BIBE"

    Rojname - Medya- Çapxane
    © Sputnik / Руслан Кривобок
    Herwiha Pompeo tê nasîn ku berê daxuyaniyên wî yên derbarê hevzayend û misilmanan de jî xerab bûn.

    Trumpî Pompeo wek namzet nîşan dabû da ku li şûna Rex Tillerson bibe wezîrê derve yê Amerîkayê.

    Ji bo ku Pompeo bikare dest bi peywira xwe bike, divê hîn ji aliyê Lijneya Giştî ya Senatoyê jî were pesendkirin. Hîn tarîxa dawî ya Lijneya Giştî ya Senatoyê ne diyar e.

    Tê diyarkirin ku ev dengdan jî vê hefteyê bê kirin û tê pêşbînkirin ku gelekî nêzîk hev bin. Komarî li senatoyê xwediyên 50 kursiyan in ku li himberî 49 kursiyan in. Lê tê gotin ku Pompeo herî kêm piştgiriyê ji du endamên demokrat jî digire.

    Eger Pompeo ji aliyê Lijneya Giştî ya Senatoyê jî  ve were pesendkirin, dê wek Wezîrê Derve yê Amerîkayê beşdarî civîna wezîrên derve yên NATOyê bibe.

    Pompeo meha Adarê bi dizîka çûbû Koreya Bakur û amadekariyên civîna navbera Serokê Amerîkayê Donald Trump û serokê Koreya Bakur Kim Jong-unî temam kiribûn ku tê texmînkirin herî zû di meha Hezîranê de bicivin.

    Bi heman mijarî:

    Amerîkayê derbarê êrişa li dijî Sûriyeyê hin welatan haydar kir
    Şeva Tomahawkê: Êrîşa Amerîkayê ya sembolîk
    Pûtîn û Rûhanî piştê êrîşa Amerîkayê rewşa Sûriyê axivîn
    Li Amerîkayê dîmenên li ser encamên êrîşên li hemberî Sûriyeyê hatin weşandin
    Pisporê rûsî: Tirkiye rewşa navbera Rûsya û Amerîkayê ji bo berjewendiyên xwe bikar tîne
    Puşkov: Nabe ku Amerîkayê lêxisitna leşkerên rûsî danîbe ser maseyê
    Etîketan:
    Mike Pompeo, Donald Trump, Koreya Bakur, Îran, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de