04:34 28 Gulan 2018
S-400

‘Pentagon ji bo ku Tirkiye S-400î nestîne çekên rûsî biçûk dixe'

© Sputnik / Sergey Malgavko
Amerîka
Lînkê kurt
0 0 0

Kovara National Interestê di nivîseke xwe de ragihand ku Pentagon ji bo Tirkiye S-400î nestîne bi zanebûn pergala parastina hewayî ya rûsî biçûk dixe.

Li gor nîvîsa Dave Kajumdarê Kovara National Interestê Wezareta Parastin a Amerîkayê (Pentagon) ji bo Tirkiye S-400î nestîne bi zanebûn pergala parastina hewayî ya rûsî biçûk dixe.Dave Kajumdare di nivîsa xwe de dibêje: "Pentagon û hevalbendên wê ji bo moşekên ku avêtin Sûriyeyê gotin hemû gihîştin hedefa xwe. Berdevkê Pentagonê Dana White jî got hemû pergalên parastina hewayî yên rûsî bêbandor man."

Kajumdar di berdewamiya nivîsa xwe de dibêje: "Madem ku pergalên parastina hewayî yên rûsî bêbandor bin hûn çima bi milyar dolaran li pergala parastinê û balafirên xeyalet dikin, mentiqê vê çi ye? Çîn jî piranî çekên rûsî kopî dike."

Amerîka, Brîtanya û Fransa di 14ê Nîsanê de 103 moşek avêtibûn Sûriyeyê û 73 moşek ji aliyê pergalên parastina hewayî yên rûsî ve hatibûn îmhakirin, lê li gor îdîayên Amerîkayê hemû moşek gihîştin hedefên xwe.

Bi heman mijarî:

Sîstema moşekên S-400 ên li Sûriyê dikarin nehêlin ku şerê cîhanê yê 3yem derê
DYA wê ji Tirkiyeyê re alternatîva S-400 a rûsî pêşnîyar bike
Dîplomatê amerîkî ji bo alternatîfa S-400 a rûsî diçe Tirkiyeyê
Rûsya: Peymana di navbera me û Tirkiyê ya li ser moşekên S-400 herdu aliyan jî memnûn kir
Amerîka: 'S-400 dê bibe sedema sepandina dorpêçan, werin em ji bo alternatîvê bixebitin'
Moşekên S-400 ji bo Amerîka çima pêximker in?
Etîketan:
Kovara National Interestê, Dave Kajumdar, Tirkiye, Amerîka
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de