11:47 23 Gulan 2018
    George H.W. Bush

    Serokê berê yê Amerîkayê George Bush rakirin nexweşxaneyê

    © AP Photo / Gerry Broome
    Amerîka
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Hat zanîn ku serokê berê yê Amerîkayê George Bush rakirine nexweşxaneyê.

    Li gor zanyariyên ji malbata Bush hatine wergirtin, serokê berê yê Amerîkayê bi sedema enfeksiyona ku tevlî xwîna wî bûye bo nexweşxaneya Houston Methodistê hatiye veguhestin û li wir di beşa lezgîn de tê tedawîkirin.

    Hat ragihandin ku Bush bersiv daye tedawiyê û îhtimala were ser hişê xwe çêbûye.

    Malbatê ragihand ku dê derbarê rewşê de raya giştî were agahdarkirin.

    George HW Bush, 2 roj berê beşdarî merasîma cenazeyê hevjîna xwe Barbara bibû ku di 92 saliya xwe de jiyana xwe ji dest dabû.

    George H.W. Bush, di navbera salên 1989-93yan de serokatiya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) kiribû.

    Bi heman mijarî:

    Li Tirkiyê ji bo 208 bikarhênerên medya civakî doz hat vekirin
    Rûsya: Em amade ne ji bo Sûriyê bi Amerîkayê re bikevin dîyalogê
    'Divê ti lekeyek li roja bîranîna qurbaniyên qira ermenan nekeve'
    Tirkiyê ji bo Salih Muslim şermezarî da Konseya Ewropayê
    Serkirdeyekî siyasî yê Hûsiyan li Yemenê di êrişa esmanî ya siûdiyan de mir
    Etîketan:
    George Bush, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de