14:19 23 Gulan 2018
    Polîsên Amerîkayê (Arşîv)

    Êrîşa çekdarî li Amerîkayê: 4 sivîl mirin

    © AP Photo / Lynne Sladky
    Amerîka
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Hat diyarkirin ku li eyaleta Tenneseeyê ya Amerîkayê di restorantekê de êrîşeke bi çek hat lidarxistin û di encamê de 4 kesan jiyana xwe ji dest da.

    Berdevkê polîsên Nashville Don Aaron di daxuyaniya xwe ya ji bo rojnamegeran de anî ziman ku li restoranta bi navê 'Waffle House' de gule bi ser sivîlan de hatin reşandin.

    Aaron diyar kir ku êrîşkarê wesayita xwe li cihê parkê yê restoranê rawestand, pêşiyê 2 kesên li pêş restorantê kuştin.

    Don Aaron got, êrîşkar paşê ket restorantê û li wir bi ser sivîlan de gule reşand. Berdevkê polîsan anî ziman ku di encama bûyerê de 3 kes li cihê bûyerê, kesek jî li nexweşxanê can da.

    Bi heman mijarî:

    Geştiya balefirên şer ya Amerîkayê wê sekana xwe ya li Behra Spî bidomîne
    Peyama Amerîkayê ji bo salvegera Rojnamegeriya Kurdî
    Zarîf: Ji bo veguherandina mehkûman bi Amerîkayê re hin şert lazim in
    Ruhani ji Amerîkayê re: Stratejiyên me yên ku hûn hêvî nakin hene
    Etîketan:
    êrîşa çekdarî, Berdevkê polîsên Amerîkayê, Don Aaron, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de