05:15 25 Gulan 2018
    Donald Trump

    Li gorî şêwirmendên Trump biryara Koreya Bakur dibe 'xefik' be

    © REUTERS / Jonathan Ernst
    Amerîka
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Çapemeniya Amerîkayê ragihand ku şêwirmendên Serokê Amerîkayê Donald Trump bi guman nêzikî biryara Koreya Bakur a ji bo rawestandina ceribandinên nukleerî dibin û ev sozdayînên Pyongyangê wekî ‘xefik' dinirxînin.

    Li gorî ragihandina rojnameya Washington Postê şêwirmendên Serokê Amerîkayê Donald Trump ji sozdayîna serokê Koreya Bakur Kim Jong-un bi guman in û difikirin ku Kim Jong-un zûka şûnde gav biavêje.

    Herwisa hat diyarkirin ku li gorî şêwirmendan Kim Jong-un dixwaze wekî xeyalekê bide nîşan ku ew bi aqil tevdigere û jib o lihevkirinê amade ye û bi vî awayî di siberojê de wê zehmet be ku Amerîka daxwazên Koreya Bakur red bike.

    Ji aliyê din ve hat destnîşankirin ku şêwirmendên Koşka Spî di wê baweriyê de ne ku daxuyaniyên rêveberiya Koreya Bakur tenê ji bo hewldanên sivikirina mueyîdeyên aborî ne.

    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de