20:59 22 Gulan 2018
    Muhamed Cewad Zarîf

    Zarîf: Ji bo veguherandina mehkûman bi Amerîkayê re hin şert lazim in

    © REUTERS / Bria Webb
    Amerîka
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Wezîrê Karê Derve yê Îranê Muhammed Cevad Zarîf destnîşan kir ku “ji bo ku em bi Amerîkayê re veguherandina mehkûman bikin divê Amerîka vê islûba xwe ya li hember me biguherîne.”

    Wezîrê Karê Derve yê Îranê Muhammed Cewad Zerîfî
    © AFP 2018 / BEHROUZ MEHRI
    Muhammed Cevad Zarîf li Amerîkayê di kanala CBSyê de axivî. Zarif di bernameyê de di derbarê veguherandina mehkûmên ku li Amerîka û li Îranê axivî. Zarîf: Di dema Serokê kevin Barack Obama de jî me hin mehkûman guherandin, ji bo ku ev cardin bibe divê hinek gav bên avitên.

    Cevad Zarîf axaftina xwe wiha domand "helbet dema ku em di pencereya mirovî de binhêrin mumkun e ku mehkum bên vegyherandin, lê divê tevger û islûba Amerîkayê ya bi Îranê re biguhere. Divê Amerîka vê meselê di çarçoveya ‘muzakerekirina bi Îranê re' bibîne. Heta ku Amerîka li hember Hikûmeta Îranê û gelê Îranê bêheddiya bike ne mumkun e ku muzakere bên kirin.

    Tê zanîn ku di sala 2016an de di navbera Amerîka û Îranê de mehkûm hatibûn veguherandin. Amerîka 7 welatiyên Îranê berda bûn, li hember vê Îran jî çar hemwelatiyên Amerîkayê berdabûn.

    Bi heman mijarî:

    ‘Em nahêlin Îran li Sûriyeyê bihêz bibe'
    Etîketan:
    Amerîka, îran, mehkûm, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de