20:59 22 Gulan 2018
    Berdevka Wezareta Karê Derve ya Rûsyayê Mariya Zaxarova

    Rûsya: Partiya Demokrat dixwaze ku kirasekî ji têkçûyîna xwe re bibîne

    © Sputnik /
    Amerîka
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Berdevkê Wezaeta Karê Derve yê Rûsyayê Mariya Zaxarova di derbarê îdiayê ku li Amerîkayê di derbarê Rûsyayê de ji ber ku 'tev li hilbijartinên Amerîkayê bûye' doz vekiriye de got ku "ji xwe re kirasan dibînin."

    Partiya Demokrat yê Amerîka bi tewanbariya ku di hilbijartina 2016an de li hember partiya wan komplo kirine, di derbarê Rûsya, WikiLeaks û ekîba Trump ya hilbijartinê de doz da vekirinê. Berdevkê Wezareta Karê Derve yê Rûsyayê Mariya Zaxarova di derbarê bûyerê de axivî.

    Zaxarova destnîşan kir ku "di derbarê vê bûyerê de ji me re hê tu daxwaziyekê fermî nehatiye, lê eger ku ev dozvekirin rast be, tê wê maneyê ku Parita Demokrat a Amerîkayê ji têkçûyîna xwe ya hilbijartina 2016an de dixwaze kirasek bibîne.

    Tê zanîn ku Saziya Neteweyî ya Birêvebirina Partiya Demokratîk (DNC), li dozgeha federal ya Manhattanê doz dabû vekirin. Di serlêdana dosyaya dozvekirinê de hatibû îdakirin ku: Ekîba Trump a hilbijartinê, WikiLeaks û hin kesên îstixbarata Rûsyayê di hilbijartinên Amerîkayê ya 2016an de, kampanyayên Partiya Demokrat asteng kirine.

    Bi heman mijarî:

    Lavrov: Amerîka û hevpeymanên wê Cenevre bombebaran kirin
    Rûsya: Amerîka zehmetiyan derdixe, dibe geştên hewayî navbera me û Amerîkayê de rawestin
    'Amerîka gotiye, kî êrîşî Minbicê bike, em ê bersivê bidin'
    Etîketan:
    hilbijartinên Amerîkayê, Mariya Zaxarova, rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de