17:07 24 Gulan 2018
    Polîsên li pêşberî Avahiya Edliyeya Enqerê - OHAL  - Rewşa Awarte

    DYA: Ji aliyê mafê mirovan ve Tirkiye di nava welatên ku sicîla wan xerab de ye

    © AP Photo / Burhan Ozbilici
    Amerîka
    Lînkê kurt
    0 10

    Raporta Wezareta Derve ya Amerîkayê ya 2017an eşkere bû. Di raportê de tê diyarkirin ku di warê mafê mirovan de Tirkyiê din ava welatên ku sicîla wan xerab de ye. Herwiha ji bilî Tirkiyê, Sûriye, Myanmar û Venezeula jî di nava welatên k usicîla wan xerab de ne.

    Li gorî ragihandina DWya tirkî Raporta Wezareta Derve ya Amerîkayê ya 2017an eşkere bû. Di raportê de derbarê rewşa mafê mirovan de rexneyên giran li Tirkiyê têne girtin.

    Raport balê dikşîne ser Rewşa Awarte (OHAL) a liTirkiyê û astengiyên bingehîn ên azadiya mafan, "Heta dawiya salax2016an bi bihaneya terorîzmê zêdetirî 100 hezar kes ji kar hatin derxistin, 50 hezar mirov hatin girtin û zêdetirî 50 saziyên sivîl hatin girtin."

    ‘Mijarên balkêş ên mafê mirovan' ên li Tirkiyê wiha têne rêzkirin:

    • Îdiayên îşkence û wendakirinên bi darê zorê,
    • Parlementer û 2 xebatakên esiltirk ku li nûnertiyên Amerîkayê jî di nav da binçavkirin û girtinên kêfî,
    • Destwerdana rêveberiyê bi ser azadiya dadweriyê,
    • Kesên bijartî jî tê de girtina siyasetmedaran,
    • Astengiyên li ser azadiya çapemeniyê û azadiya derbirîna ramanî,
    • Girtina gelek rojnamegeran,
    • Darizandina rexneyên bi ser rayedar û rêveberên hikûmeta,
    • Astengiyên li ser malper û naverokên malperan,
    • Astengiya li dijî azadiya civîn û xwebirêvebirinê,
    • Destwerdana li azadiya tevgerê,
    • Bûyerên tundtûjiyê yên li dijî kesên LGBTI û kêmaran.

    Raporta Wezareta Derve ya Amerîkayê ya herwiha bal kişande ser hilbijartinan û tunebûna şert û mercên wekhev ên hilbijartinê.

     

     

    Bi heman mijarî:

    Lavrov: Di raporta Skripal a OPCWê de terîma ‘Noviçok (A-234)' derbas nabe
    Fransa: Raporta me ya îstîxbaratê li gor parvekirinên medyaya civakî hatiye amadekirin
    Şandeya Parlamentoya Kurdistanê raporta xwe ya li ser Efrînê eşkere kir
    Parlamentoya Kurdistanê ji bo raporta Efrînê dicive
    Etîketan:
    Raporta Wezareta Derve ya Amerîkayê, OHAL, Rewşa Awarta, raporta mafên mirovan, Raport, DYA, DW, Tirkiye, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de