14:19 23 Gulan 2018
    ABD Başkanı Donald Trump

    Trump: Pevçûna bi leşkerên rûsî bûyerek xemgîn bû

    © REUTERS / Kevin Lamarque
    Amerîka
    Lînkê kurt
    0 10

    DYA di meha sibatê de li dijî hêzên hikumeta Sûriyeyê operasyonek hewayî li darxistibû, di operasyona bomberanê de hatibû îdiakirin ku hin leşkêrên Rûsyayê hatine kuştin. Serokê DYAyê Donald Trump têkildarî mijarê de got ku pevçûna bi leşkêrên rûsî bûyerek xemgîn bû.

    Hêzên hevpaymena bi pêşengiya DYAyê di 7ê Sibatê de bi hinceta ku êrîş birine ser Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) li dijî hêzên hikumeta Sûriyeyê operasyona hewayî lidarxistibû. Herwiha di êrîşê de leşkerên DYA û Rûsyayê pevçûbûn û hatibû îdiakirin ku hin leşkerên rûs hatine kuştin.

    Derbarê mijarê de serokê DYAyê Donald Trump di civîna pêşwazîkirina Serokwezîrê Japonyayê Şinzo Abe de got: Nêzî mehek berê hêzên me û yên Rûsyayê pevçûn, bûyerek dilsoje lê di vê pevçûnê de gellek kes hatin kuştin."

    Trump bibîr xist ku serokê ewil e ku heta niha ti kesî wek wî li dijî Moskowê bi tund tevnegeriya ye. Trump wiha got: "Ti kes wek serok Donald Trump li dijî Rûsyayê bi tund tevnegeriya ye. Lê ez çer bikim jî ji çapemeniyê re tund nayêm xuyakirin."

     

    Bi heman mijarî:

    Şêwirmenda Esad: Pergala parastina Sûriyeyê ji moşekên Trump biaqiltir in
    Serokê Amerîkayê Trump bi tundî Tirkiye rexne kir
    Etîketan:
    pevçûn, şer, leşker, Donald Trump, DYA
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de