20:57 22 Gulan 2018
    Mike Pence

    DYA bo Tirkiyeyê: Êdî dema serbestberdana keşe Brunson hatiye

    © REUTERS / David Swanson/The Philadelphia Inquirer
    Amerîka
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Piştî daxuyaniyên serokê DYAyê Donald Trump ku gotibû, ‘Keşe Brunson li Tirkiyeyê rastî zilmê tê' cîgirê Trump Mike Pence jî bo keşe ku bi hinceta FETO û PKKê ve li bajarê Îzmîra Tirkiyeyê desteserkirî ye got, "Êdî dema serbestberdana keşe Brunson hatiye."

    Cîgirê serokê DYAyê Mike Pence ji bo Andrew Craig Brunson ku bi hinceta FETO û PKKê ve tê tawanbarkirin û li Tirkiyeyê bi daxwaza 35 sal cezayê girtîgehê ve hatiye desteserkirin daxuyaniyek da. Pence, "Ez bi hevsera Bunson re axivîm û min got di aiayên me ye, bi serok Trump re em danişînên wî dişopînin. Brunson divê cardin li malbat û cıvata xwe vegere, êdî dema serbestberdana Brunson hatiye."

    Serokê DYAyê Donald Trump jî derbarê desteserkirina keşe Brunson de peyamek weşandibû, "Brunson li Tirkiyeyê rastî zilmê tê." Herwiha serok Trump di hevdîtina bi serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan de mijara keşe anîbû rojevê ku wî serbest berdin.

    Bi heman mijarî:

    Senatorên DYAyê ji bo keşe Brunson tên Tirkiyeyê
    Trump: Eger hevdîtina bi Kim re erênî derbas nebe ez ê civînê biterikînim
    Trump ji bo Îsraîlê: Baştir dostê me tune
    Şêwirmenda Esad: Pergala parastina Sûriyeyê ji moşekên Trump biaqiltir in
    Etîketan:
    ol, brunson, keşe, Mike Pence, DYA
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de