08:02 25 Gulan 2018
    Pergala Parastina Hewayî S-400

    Amerîka: Ji ber têkiliyên Tirkiye û Rûsyayê dibe em mueyîdeyan li ser Tirkiyeyê bisepînin

    © Sputnik / Dmitriy Vinogradov
    Amerîka
    Lînkê kurt
    0 10

    Cîgirê Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Wess Mitchell rêkeftinên di derbara krîza li Sûriyeyê di navbera Tikriye û Sûriyeyê de dibe sedema fikaran. Wezaretê destnîşan kir ku dibe ji ber kirîna pergala parastin a moşekên S-400î mueyîde li ser Tirkiyeyê ferz bikin.

    Amerîkayê ku dawiya hefteyê li gel Brîtanya û Fransayê êrîşeke moşekî li Sûriyeyê pêk anîbû daxuyaniyek derbarê xebatên Tirkiye û Rûsyayê yên dîplomatîk ji bo pêkanîna aştiyê li Sûriyeyê de daxuyaniyek da.

    Cîgirê Wezîrê Derve yê Amerîkayê Wess Mitchell di Komîteya Têkiliyên Derve yên Senatoya Amerîkayê de axift û got, "bifikar in ji wan rêkeftinên leşkerî yên têkilîdarî qeyrana Sûriyeyê yên di navbera Tirkiye û Rûsyayê de tên kirin."

    Mitchellî got, "Enqereya ku ji bo gihiştina bi armancên taktîkî li Sûriyeyê, tawîzên stratîj dide Moskowê, divê xeterên vê rewşê bi bîr bîne. Li gel têkiliyên nêzîk ên Tirkiyeyê bi Amerîkayê re, Tirkiyeyê hevkariya xwe bi Rûsya û Îranê re zêde kir. Parastina yekîtiya siyasî û ya straetjîk a Tirkiyeyê bi welatên rojavayî re, dê di berjewnediyên neteweyî yên Amerîkayê de bin".

    "EM DIXWAZIN TIRKIYE Lİ DIJÎ ZÊDEBÛNA NIFÛSA RÛSYA Û ÎRANÊ LI SÛRIYEYÊ DERKEVE"

    Mitchellî diyar kir ku Amerîka dixwaze, Tirkiye piştgiriyê bide pêvajoya Cenevê ji bo Sûriyeyê, li dijî DAIŞê têbikoşe û li dijî zêdebûna nifûza Rûsya û Îranê li Sûriyeyê derkeve.

    "DIBE JI BER S-400Ê EM MUEYIDEYAN LI TIRKIYEYÊ BISEPÎNIN"

    Mitchellî hişyarî da Tirkiyeya ku xwe amade dike pergaa S-400 ji Rûsyayê bikire. Alîkarê Wezîrê Derve yê Amerîkayê got ku ihtimal heye, di çarçoveya madeya (CAATSA) 231ê ya Qanûna Dıjderketına Neyarên Amerîkayê ya Mueyideyan de mueyide li ser Tirkiyeyê werin sepandin û destnîşan kir, ji aliyê beşdarbûna di programa F-35Ê jî, dibe kêşe ji bo Enqereyê çêbibin.

    "EM NAXWAZIN RÛBRÛYÎ RÛSYAYE BIBIN LÊ PÊWÎST BIBE, EM Ê HÊZE BI KAR BÎNIN"

     Piştî êrîşa Amerîka, Fransa û Brîtanyayê li dijî Sûriyeyê, rageşî di navbera Amerîka û Rûsyayê de zêde bû. Mitchellî zêdebûna rageşiya bi Rûsyayê re jî nirxand û got, " armanca Amerîkayê ne ew e ku rû bi rûyî Rûsyayê bibe lê eger pêwîst bibe, dibe hêzê bi kar bîne.

    Bi heman mijarî:

    ‘Heger Sûriye êrîş bike, dê Tirkiye hewil bide bikeve navenda bajarê Efrînê’
    NY: Sûriye ber bi perçebûnê ve diçe
    Lavrov: Tenê Sûriye û Rûsya li dijî terorê têdikoşe
    Parlamenterê rûsî: Ger Sûriye têkeve Efrînê rageşî wê zêdetir bibe
    '5 welat bi dizî civiyan: Sûriye perçe dibe û Tirkiye di xeterê de ye'
    Etîketan:
    Wess Mitchell, Sûriye, Brîtanya, Fransa, Tirkiye, Amerîka, Rûsya, Îran
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de