22:42 22 Gulan 2018
    ABD Başkanı Donald Trump

    Serokê Amerîkayê Trump bi tundî Tirkiye rexne kir

    © REUTERS / Kevin Lamarque
    Amerîka
    Lînkê kurt
    0 30

    Serokê Amerîkayê Donald Trump derheqê keşeyê amerîkî Andrew Craig Brunson ku li Tirkiyeyê bi îdîaya li ser navê PKK û FETOyê sûc kiriye peyamek belav kir.

    Donald Trump di peyama xwe ya medya civakî ya Twitterê de ragihand ku Andrew Craig Brunson serokekî xrîstanî baş e û got: "Ji bo wî dibêjin Brunson sîxur e, ez jê sîxurtir im."

    Trump di berdewamiya peyama xwe de got: "Keşe Brunson serokekî xrîstiyanî baş, kesekî jixwerazî ye û li Tirkiyeyê li ser tiştekî vala tê darezandin û rastî zilmê tê. Ji bo wî dibêjin sîxur e, ez jê sîxurtir im. Hêvî dikim ji bo vegera mala xwe destûra wî were dayîn."

    ​Keşeyê amerîkî Brunson li Îzmîrê bi îdîaya ku li ser navê PKK û FETOyê sûc kiriye bi cezayê girtina 35 salan doz lê hat vekirin û di 16ê Nîsanê de derkete pêşberî dadger. Dadgehê biryara berdewamiya girtina Brunson da û doza wî bo 7ê Gulanê bi paş xist.

    Bi heman mijarî:

    Erdogan û Trump bi rêya telefonê axivîn
    Erdogan û Trump li ser Sûriye û Iraqê axivîn
    Erdogan û Trump bi telefonî axiftin
    Trump û Erdogan ji bo Minbicê dê hevdîtinê bikin
    Trump banga Efrînê li Erdogan kir: Ji ber usluba çewt û xerabkar a Tirkiyê...
    Etîketan:
    Serokê Amerîkayê, Donald Trump, Andrew Craig Brunson, Tirkiye, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de